16:46 27 Gulan 2018
Mehmet Şimşek

Şimşek: "Êriş li Qesra Spî û Kongreyê were kirin hûnê çi bikin"

© REUTERS / Ümit Bektaş
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Mehmet Şimşek di televîzyona navneteweyî ya CNNê de bersiva pirsên rojnamevanê brîtanî Richard Quest da.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê nûçegihanê CNNê Richard Quest pirsa ‘ev rewşa ku niha Tirkiye têdeye ezmûneke, heke hûn di nava norm û qaîdeyên hiqûqî de bimînin hûnê çawa vê hewldana derbeyê îdare bikin. Di vê mijarê de gelek însan difikirin ku Tirkiye ezmûneke nebaş daye? ji Şimşek pirskir.

Em ji dost û hevalbendan dixwazin ku me fêhm bikin

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Mehmet Şimşek di bersivdayîna xwe de got: "Însan vê hewldana derbeya leşkerî ku bi tirs û dijwar bû ji bîr dikin. Armanca vê derbeyê li Tirkiyeyê têkbirina demokrasî, hiqûq û hikumeta meşrû bû. Armanca vê derbeya leşkerî paşxistina Tirkiyeyê bû, lê bi ser neket. Tiştê ku em dixwazin jê bawer bibin ev e ku carekedin neyê dubarekirin. Helbet ên ku ketin nava vê hewldanê divê werin darizandin. Daxwaza me ji dost û hevalbendên me ev e ku dema ev derbe şermazar kirin semîmî bin û mijarê bişopînin. Di nava artêşê de gelek tevlî bûn û bi helikopter û balafiran êrişî gel û parlamentoyê kirin. Hinek însan çavê xwe digirin û naxwazin van êrişan bibinin."

Mehmet Şimşek di berdewamiya axaftina xwe pirs ji Quens kir û got: "Ka niha li vê bifikire, hinek hîllebaz û sextekarê Artêşa Amerîkayê êrişî Qesra Spî, Kongre û FBIyê bikin, hûnê çi bersivê bidin?"

Bi heman mijarî:

Mehmet Şimşek: Rûpeleke nû vedibe
Mehmet Şimşek: Me nav berê diyar kiribûn
Yekîtiya Karsazên Rûs û Tirk : Em hewldana derbeya leşkerî şermezar dikin
Bahçelî: "Heke li pişt derbeya leşkerî CIA û Pentagon hebe"
Rûsya bertek da helwesta NATOyê ya li hember hewldana derbeya leşkerî
Etîketan:
Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê, Richard Quest, Mehmet Şimşek, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de