12:30 24 Çile 2018
Zindî
    Grava Îmraliyê

    Fermandarê Îmraliyê ji ber hewldana derbeyê hate girtin

    © AP Photo/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Parlamenterê AKPê yê Adiyamanê Adnan Boynukara aşkere kir ku Fermandarê Alaya Bûrsayê mîralay Yurdakul Akkuş ji ber hewldana derbeya 15ê Tîrmehê hatiye girtin. Akkuş ji ewlekariya derve ya Girtîgeha Îmraliyê berpirsiyar bû.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya nivîskara rojnameya Hurriyetê Cansu Çamlibelê, parlamentere AKPê Adnan Boynukara derbarê îdiayên ‘şeva hewldana derbeyê li Îmraliyê tevger çêbûye' de wiha axivî: Qasî ku ez dizanim li Îmraliyê ti problem nîne. Min ti amadekariya ku dibêjin wê di saet 04.00ê de bihata kuştin nebihistiye. Lê Fermandarê Alaya Cenderme ya Bûrsayê niha girtî ye. Ewlekariya derve ya Girtîgeha Îmraliyê bi cendermeyê Bûrsayê ve girêdayiye. Weke ku hûn behs dikin amadekariyek hebe, wê di encama lêpirsînê de derkeve holê."

    Bi heman mijarî:

    Astengiyên li ser hevdîtina Ocalan li Goteborgê hate protestokirin
    Heyeta Îmraliyê derbarê rewşa Ocalan de daxuyanî da
    Ocalan bê rojname ma
    Dayikên Aştiyê: Ocalan kilîta aştiyê ye
    Parêzeran ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe serî li NYê dan
    Girtiyan ji bo Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
    Etîketan:
    hewldana derbeya leşkerî, Abdullah Ocalan, AKP, Fermandariya Alaya Cenderme ya Bûrsayê, Yurdakul Akkuş, Cansu Çamlibel, Adnan Boynukara, Bûrsa, Grava Îmraliyê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de