13:07 22 Çile 2018
Zindî
    Bajarê Helebê

    Li Helebê milîtanan operasyona hember dan destpêkirin

    © Sputnik/ MİCHAEL ALAEDDİN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Sûriyê milîtanên çekdar, li hemberî operasyonên artêşa Sûriyê yên li Helebê, dest bi operasyoneke hember a berfireh kirin.

    Heleb — Ji baregeha rêxistinên weke Ahrar'uş Şam û Eniya Fetih El Şamê daxuyaniyek hate belavkirin ku Eniya Fetih El Şam piştî ku têkiliyên xwe ji El Qaideyê qut kir navê xwe yê El Nusrayê guherand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî operasyon destpêkir bi çend saetan, li başûrê rojavayê bajêr çend çeperên di destên artêşa Sûriyê de hatine bidestxistin.

    Rêxistina Şopandina Mafên Mirov a Sûriyê ya navenda wê li Londonê ye ragihand, êrîşa milîtanan daye destpêkirin yek ji wan êrîşên herî mezin e ku di mehên dawî de çêbûne. Heman rêxistinê diyar kir ku şer li çend eniyan berdewam dike.

    Artêşa Sûriyê ji ji ajansa nûçeyan a dewletê re daxuyand ku operasyona hember destpêkiriye û militan ji baregeha yekîtiya topvanên asmanî hatine dûrxistin. Lê îdiaya ku rêxistinan dibistana Hikmayê bidestxistine derewand.

    Ji nîvê sala 2012ê û vir ve rojhilatê Helebê di destê muxalifan de ye, rojavayê wê jî di yê hikûmetê de ye. Artêşa Sûriyê bi piştgiriya asmanî ya Rûsyayê re destpêka tîrmehê rê qut kir û muxalifên li Helebê ne dorpêç kir. Milîtan di demên dawî de li hemberî êrîşên artêşê bi paş de kişiyan û gelek çeperên xwe yên girîng winda kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Helebê di navbera YPG û rejîmê de alozî derket
    Sivîlên Helebê têne tehliyekirin
    Rûsya: Bo tehliyeya şêniyên Helebê dê 4 korîdorên din yên mirovî bên avakirin
    YPG li Helebê gelek herêman ji destê terorîstan rizgar kir
    Waliyê Helebê: Komên terorîst nahêlin sivîl ji bajêr derkevin
    Etîketan:
    operasyon, Rêxistina Şopandina Mafên Mirov a Sûriyê, Artêşa Sûriyê, El Nusra, El Qaideyê, Eniya Fetih El Şamê, Ahrar'uş Şam, Sûriye, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de