23:25 25 Gulan 2018
helîkopter Mi-8

Helîkoptereke rûsî li Sûriyeyê hat xistin

© Sputnik / Lesja Poljakova
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand ku îro duşemê helîkoptereke leşkerî ya Rûsyayê ji modela Mi-8ê li parêzgeha Idlibê ya Sûriyeyê hat xistin.

Navenda Nûçeyan — Wezareta Rûsyayê ragihand, "di yekê Tebaxê de, helîkoptereke rûsî ku piştî alîkarî ji Idlibê gihand Helebê, vedigeriya Baregeha Hmeymimê lê di encama gulereşandineke ji jêr de, helîkopter ket xwarê."

​Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku "3 muretebat û du endamên Navenda Şopandina Agirbesta Sûriyeyê di balafirê de bûn" û hat diyarkirin ku niha hewl tên dayîn ta bê zanîn bê çi hatiye serê kesên di helîkopterê de bûn û lêpirsîn dewam dike.

KREMLIN: BI LEHENGÎ MIRIN

Ji aliyê din ve, Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskovî ragihand ku her kesê di helîkopterê de bû, miriye û wiha got, "li gorî agahiyên ji Wezareta Parastinê hatine, her kesê di helîkopterê de jiyana xwe ji dest daye" û wiha dewam kir: "Bi lehengî mirin, ji bo ku mirinên li erdê heta bikarin kêm bikin, wan helîkopter bir cihekî dûr".

Herwiha Kremlinê hevxemiya xwe bi malbatên kesên jiyana xwe dest daye re ragihand.

Bi heman mijarî:

Ji Davutoglu derheqê balafira rûsî de daxuyanî
Yildirim: "Pîlotên ku balafira rûsî xistibûn jî hatine binçavkirin"
Pîlotên ku balafira rûsî xistibûn hatin girtin
Piştî teşebusa derbeyê doza xistina balafira rûsî berfirehtir bû
Derket holê ku balafira rûsî ya Il-76ê ketiye
ÎDIA- Dibe ku haya Erdogan ji xistina balafira şer a rûsî tune be
Etîketan:
helîkopter, Helikopter Mi-8, Navenda Şopandina Agirbesta Sûriyeyê, Berdevkê baregeha leşkerî ya Hmeymimê, Wezareta Parastina Rûsyayê, Idlib, Hmeymim, Sûriye, Heleb, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de