01:50 21 Çile 2018
Zindî
    Mîtînga Amedê ya HDPê bi beşdarbûna Selahettin Demirtaşî - Alaya Kurdistanê

    Demirtaş: ''Em ji bo aştiyê bang li her kesî dikin!''

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş di mitînga li Amedê hat lidarxistin de got: ''Heta ku meseleya kurdan çareser nebe dê derbe dewam bikin. Zarokên hemû welatî ji bo me bi qîmet in. Em naxwazin tu kes bê kuştin. Em ji bo aştiyê bang li herkesî dikin''

    Omer Faruk Baran

    Amed - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li rêzemitîngên li dijî derbeyê îcar jî li Amedê mitîngek li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, li Qada Îstasyonê derket pêşberî bi hezaran însanan û got: ‘'Heta ku meseleya kurdan

    çareser nebe dê derbe dewam bikin. Zarokên hemû welatî ji bo me bi qîmet in. Em naxwazin tu kes bên kuştin. Ger ku bên kuştin jî bila em siyasetmedar bên kuştin. Bila zarokên vî gelî neyên kuştin. Yên her kesî dayik, bav xwişk û birayê wan hene. Bila li şûna wan em siyasetmedar bimirin.''

    Demîrtaş, anî ziman ku par di 5ê Hezîrana 2015an de dema axaftin dikir komkujî pêk hatibû û got: "Ez berî her tiştî kesên di têkoşîna azadiyê de canê xwe dan bi bîr tînim. Di şexsê Lîsa ku 2 piyên xwe winda kirin de hezkirina xwe bi hemû kesan re parve dikim. Em îro bi vîn, biryar û baweriyek hîn xurttir li qadan in. 3 roj berê li Qamişlo DAÎŞê hovîtiyek mezin pêk anî. Li ser navê Îslamê şer dikin lê komkujiyan pêk tînin. Têkoşîna me ya li dijî van dê heta dawî bidome.''

    "BI DÎLGIRTINA BIRÊZ OCALANÎ EV PIRSGIRÊK ÇARESER NABE"

    Axiftina Demirtaş di nav re bi slogana ‘'Bijî Serok Apo'' hat birrîn. Demîrtaş, destnîşan kir ku îro dîsa li cihê komkujî lê pêk hat mîtîngê li dar dixînin û wiha berdewam kir: "Îro em ji her demê bêtir bi hêz û biryar in. Li gel ew qas zilma dijwar dîsa em li ser piyan in. Em dîsa dibêjin riya çareseriyê diyalog, mase û muzakere ne. Ji ber vê yekê em dibêjin bila pergala Îmraliyê bi dawî bibe. Bi dîlgirtina Birêz Ocalan ev pirsgirêk çareser nabe. Rêberê gelekî ku biryara herî rast daye û sekna herî xurt nîşan daye heye. Li dijî rêberê gelekî tecrîd tê meşandin. Hûn bi vê tecrîdê nikarin çareseriyê bikin. Em ji bo aştiyê bang li her kesi dikin. Daxwaza me ya ewil berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe. Bila pergala Îmraliyê rabe''

    Ji bilî Demirtaş, ji Heyeta Îmraliyê Parlementerê HDPê yê Enqereyê Sırrı Süreyya Önder, Hevserokê KCDê Hatip Dicle û Hevseroka DBPê û hin parlementerên din jî beşdarî mitîngê bûn. Piştî mitîngê girseya mitîngê bi sloganên li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Polîsên dewleta tirk mudaxeleyî meşê nekirin. Mitîng û meş bê alozî bi dawî bû.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: Dibe ku di nava AKPê de hin kes hebin ku piştgiriya derbeyê kiribin
    Selahattin Demirtaş: Bêyî HDPê pirsgirêk çareser nabin
    Demirtaş: Aştiyê ragihînin ku em bawer bikin
    Demirtaş: ‘Em li hemberî darve kirinê ne'
    Demirtaş: Kurdan piştgirî neda derbekaran
    Demirtaş: Bi kuştina hezar Bahoz Erdalan pirsgirêka kurd çareser nabe
    Demirtaş û Yuksekdag êrîşa Niceê şermezar kirin
    Demirtaş: "Karsazên AKPeyî ku îhale wergirtine pereyan didin PKKê"
    Etîketan:
    xwepêşandan, PKK, Heyeta Îmraliyê, HDP, Abdullah Ocalan, Selahattin Demirtaş, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de