15:41 23 Gulan 2018
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan dozên li hemberî HDPê paş de nekişand

    © AP Photo / Murat Cetinmuhurdar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parêzerê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Huseyin Aydin diyar kir ku ew ê dozên ji hêla Erdogan ve hatine vekirin bi paş de bikişînin. Lê yên derbarê HDPyiyan de wê berdewam bikin.

    Navenda Nûçeyan — Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî hewldana derbeyê, aşkere kiribû ku wê dozên li hemberî serokên MHPê û CHPê bi paş de bikişîne. Parêzerê Erdogan, Huseyin Aydin diyar kir ku dozên li hemberî serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û yên li hemberî serokê MHPê Devlet Bahçelî hatine vekirin bi paş de kişandine. Lê yên li hemberî HDPê hatine vekirin bi paş de nayên kişandin.

    Li gorî nûçeya nûçegîhana rojnameya Hurriyetê Gizem Karakiş, parêzer Huseyin Aydin diyar kir ku Erdogan zêdetirî 3 hezar dozên ceza û yên biçûkxistinê vekiriye û di nava hefteyê de dozên hatine vekirin wê bi paş de bikişînin.

    Aydin van agahiyan dide: "Piştî serokên siyasî îro em ê dozên ceza û yên biçûkxistinê bipaş de bikişînin. Niha nêzîkî 5 kesên girtî hene. Lê ji ber dozan çend girtî hene, derbarê wan de lêkolîn berdewam dikin. Piştî dozên girtiyan jî bi paş de bên kişandin ez wisa difikirim ku wê serbest bên berdan. Lê hejmara dozên cezayê ji yên biçûkxistinê zêdetir in. Ji ber ku dozên cezayê di heman deme de derbarê birêz Serokomarê me de ye vediguhezin dozên civakî. Lê em ê ji giliyên xwe ji dozan bikişînin."

    'DOZÊN PARÊZBENDIYÊ JÎ BI PAŞ DE TÊ KIŞANDIN'

    Parêzer Huseyin Aydin herwiha derbarê dozên parêzbendiyan de jî agahî da û aşkere kir ku wê giliyên derbarê 65 dozên bi vî awayî jî rakin. Aydin derbarê dozên li Almanyayê hatine vekirin de diyar kir ku hîna ti biryar nehatiye standin.

    Herwiha Aydin daxuyand ku dozên derbarê HDPyiyan de bi paş de nayên kişandin.

    Bi heman mijarî:

    Orhan Pamûk: Dozên ji ber heqareta li ‘serokkomarî' ne exlaqî ye
    Sekretera Giştî ya DÎSKê bi tohmeta ku heqaret li Erdogan kiriye hat binçavkirin
    Rojnamevana tirk bi hinceta ‘heqaret li serokwezîr'kirye ceza xwar!
    Medyayê hedef girt, Serokomar heqaret kir û Sedat Peker jî tehdîd kir
    Erdogan tehdîd û heqaret kir: 'Ey rewşenbirên muswede, hûn tarî ne'
    Etîketan:
    biçûkxistin, doz, CHP, MHP, HDP, Gizem Karakiş, Huseyin Aydin, Kemal Kiliçdaroglu, Devlet Bahçeli, Recep Tayyip Erdogan, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de