23:18 25 Gulan 2018
Qedexe - derketina derve- operasyon

Ciwanek li Dêrsimê hate kuştin

© Foto : Facebook
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hate ragihandin ku ciwanek li gundê Pakîrê ji aliyê leşekeran ve hate kuştin.

Dêrsim — Li gorî agahiyên ji ser malpera ANFê hatinde bidestxistin, bûyer li gundê Pakîre ya bi ser navçeya Xozat a Dêrsimê qewimî. Alîşan Îlkbahar û kurê wî bi wesayeta xwe ji ber sedema serbestiya bi kontrol xwestin ku biçin karakolê û îmzeyê bidin qereqolê.

Lê dema wesayet nêzî qereqolê bû leşkeran gule barandin ser wesayetê. Di encamê de gule li zikê kurê Alîşan Îlkbahar, Mesût Îlkbahar ket û giran birîndar bû. Mesût bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê lê li gel hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da.
Bav Alîşan Îlkbahar jî piştî ku li qereqolê demeke hate desteserkirin serbest hate berdan.

Bi heman mijarî:

Li Dêrsimê li dijî polêsan êriş: 1 Kuştî û 2 birîndar
Li Dêrsimê li hemberî qereqolê êrîşa bombeyi
20 herêmên ewlehiya taybet li Dêrsimê hatin ragihandin
Li bajarê Dêrsimê teqîn: Şivanek birîndar bû
Li Dêrsimê êrîşeke bi roketavêjan pêk hat
Girtin li Dêrsimê berdewam in
Etîketan:
pakîrê, xozat, gund, gulebaran, êriş, mesut îlkbahar, alîşan îlkbahar, dêrsim
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de