20:31 26 Gulan 2018
girtin-binçavkirin-desteserkirin

Walîyê Antalyayê: "20 hîndekar bi şaşî hatin binçavkirin"

© Foto: Kirill Kallinikov
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Walîyê Antalyayê Munir Karaloglu ragihand ku di çarçoveya operasyona FETO/PDYê de 20 hîndekarên Zanîngeha Akdenizê bi şaşî hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan — Walîyê Antalyayê Munir Karaloglu ragihand ku di çarçoveya operasyona FETO/PDYê de 20 hîndekarên Zanîngeha Akdenizê bi şaşî hatin binçavkirin, beriya her tiştî em lêborîna xwe ji wan dixwazin bila heqê xwe helal bikin. Qesteke me biz anîn tunebû.

Em xeletiyên xwe rast dikin

Munir Karaloglu di berdemayiya axaftina xwe de got: "Dibêjin ev nêçîra pîrevokan dikin, em tu nêçîra pîrevokan nakin, em nêçîra qatil û xayînan dikin û em ê vê nêçîrê hetanî dawî bidomînin. Di vê pêvajoyê de car caran şaşî û xeletiyên me jî dibin. Carinan li kêleka yên ziwa yên ter jî dişewitin 3u em di ferqa vê de ne. Me operasyonek li dijî Zanîngeha Akdenizê pêk anî û hinek mamostayên ku eleqeya wan tunebû bi şaşî hatin binçavkirin. Çi kêlika ku em bi şaşiya xwe hisiyan me leborîn ji mamostayan xwest û me ew şandin. Dema em bi xeletî û şaşiyên xwe dihisin bêguman em wan rast dikin."

 

 

Bi heman mijarî:

Birayê Serokê AKPê yê Stenbolê hat binçavkirin
Waliyê Bursa yê berê Harput hat binçavkirin
Birayê parlamenterê AKPê ji lepirsîna FETO/PDYê hat binçavkirin
Ji 42 rojnamevanan 19 jê hatin binçavkirin
Yawerê Yaşar Buyukanit jî hat binçavkirin
Etîketan:
Binçavkirina hîndekarên zanîngehê, Waliyê Antalyayê, Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Munir Karaloglu, Antalya, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de