16:47 22 Gulan 2018
    Ankara, İstanbul ve İzmir'deki meydanlarda darbe girişimi protesto ediliyor.

    Li geştyarê fransî dan û bi darê zorê xwestin ku bibêje ‘Ez tirk im'

    © REUTERS / ALKIS KONSTANTINIDIS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Enqereyê komeke nijadperest bi hinceta ku ala tirk hilnegirtiye êrîşî geştiyarekî fransî kir û dîmenên êrîşê bi rêya medyaya civakî belav kir.

    Enqere — Êrîşkarên ku bi ala tirk digeriyan bi kesekî fransî re rûbirû hatin û xwestin alê bi darê zorê bi wî bidin hilgirtin. Kesên nijadperest bi hinceta ku geştyarê fransî al hilnegirtiye êrîşî wî kirin û lê dan. Heman kesan dema êrîşê bi kamêrayê qeyd kirin û weke video bi rêya medyaya civakî par ve kirin.

    Di dîmenan de yek ji êrîşkaran dibêje ku "Me ala tirk da te qebûl nekir. Heke ku tu vê ala tirk hilnegirî te kulmê bixwe. Tê bibe zilam. Heke ku em vê didin te divê tu hilgirî kurê min."

    Herwiha li ser bersivdayina bi fransî kesên êrîşkar dibêjin "Bi fransî neaxive" û ji geştyar dixwazin ku bibêje "Ez ji Tirkiyê hez dikim" û "Ez tirkim".

    Bi heman mijarî:

    Huda Kaya: 'Rayedar û mafyayê dest dane hev û aştîxwazan lînç dikin'
    Kurdê ku ‘kincên pêşmergeyan li xwe kirine' hate lînçkirin
    Tê îdiakirin ku polêsê klîpa nîjadperest kişandiye derket holê
    Xwepêşandêrên faşîst: ‘Em ne operasyonan, qetliyamê dixwazin!'
    Fîgen Yuksekdag: Polês û grûpên faşîst êrişî me dikin
    Etîketan:
    nîjadperestî, fransî, ala tirk, êrîş, geştyar, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de