17:46 20 Çile 2018
Zindî
    Balyozxaneya Almanyayê/ Enqere

    Tirkiyeyê ji bo krîza Kolnê bangî Wekîlê Balyozxaneya Almanyayê kir

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku duh beşdarbûna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi telekonferansê bo xwepêşandana Kolnê hat astengkirin, îro Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bangî Wekîlê Balyozxaneya Almanyayê kir.

    Navenda Nûçeyan - Wekîlê Balyozxaneya Almanyayê li Tirkiyeyê wek bertek hat vexwendin bo Wezartea Karên Derve ya Tirkiyeyê piştî ku nehat hiştin ku Erdogan bi telekonferansê beşdarî xwepêşandana Kolnê ya li dijî hewldan derbeya leşkerî hatibû lidarxistin.

    ​Li gorî malpera alman dpayê ku vedigerîne ser "çavkaniyên pêbawer", Wekîlê Balyoxaneya Almanyayê hat vexwendin bo Wezareta Karên Derve ya Almanyayê. Li gorî nûçeyê, ev hevdîtin dê roja duşemê piştî nîvro pêk were.

    Herwiha li gorî Reutersê, dîplomatê alman îro saet 13:00 bi saeta Tirkiyeyê hatiye vexwendin bo Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê.

    Ji aliyekî din ve, Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê vexwendina wekîlê balyozxaneyê wiha nirxand: "Ne tiştekî derasayî ye".

    Bi heman mijarî:

    Almanya ji ber darvekirina bertek da Tirkiye: Divê muzakere bêne rawestandin
    Almanya: ‘Tirkiye wekî lîstika mişk û pisîkê bi me dilîze'
    Parlamenterê Almanya: Erdogan ji bo Tirkiye û gelên cîhanê xeter e
    Almanya: Tirkiye li Bakurê Kurdistanê yasaya navnetewî binpê dike
    Amerîka, Almanya, Brîtanya, Fransa, Qatar, Tirkiye û Erebistana bangî Rûsyayê kirin
    Etîketan:
    hewldana derbeya leşkerî, têkiliyên Almanya û Tirkiyeyê, Balyozxaneya Almanyayê li Tirkiyeyê, Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, Koln, Enqere, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de