02:41 19 Çile 2018
Zindî
    girtin-binçavkirin-desteserkirin

    11 leşkerên ku êrişî otela Erdogan kiribûn hatin girtin

    © Foto: Kirill Kallinikov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    11 leşkerên ku şeva hewldana derbeya leşkerî êrişi otela ku Serokomar Erdogan lê dima kiribûn duhî şevê din li navçeya Ulaya Muglayê hatin girtin.

    Mugla — Li gorî zanyariyên berdest 11 leşkerên ku piştî Serokomar Recep Tayyip Erdogan otêla Marmarîsê bi cih hiştibû û êrişî otêlê kiribûn, şevê din li herêma Domuzbelena navçeya Ula ya Muglayê hatin girtin.

    Li ser giliyên niştecihên Domuzbelenê leşkeran bi şev operasyon li wê herêmê li dar xist. 9 leşker bi şev hatin girtin û 2yên din jî vê sibehê.

    Nasnameyên wan diyar bûn

    Ji aliyê din ve leşkerên ku şevê din di operasyona navçeya Ulaya Muglayê de hatin girtin wiha ne: "Enes Yilmaz, Ergun Şahin, İsmail Yigit, Mehmet Demir, Muhammet Burak İpek, Murat Kose, Şukru Seymen, Bahadir Sagun, Mehmet Ozturk, Mustafa Serdar Ozay û Muammer Gozubuyuk e."

    Leşkerên êrişkar ên otela Erdogan
    © Foto: AA
    Leşkerên êrişkar ên otela Erdogan

    Rayedarên dewleta Tirkiyeyê ragihandibûn ku 37 leşkeran êrişî otelê kiriye. Di operasyonên berî vê operasyona dawî de 25 leşker hatibûn girtin. Li gorî zanyariyên rayedaran tenê leşkerê bi navê Burkay Karatepe maye ku nehatiye girtin û dibe Karatepe derbasî heremeke din bibe.

    Bi heman mijarî:

    Yekîtiya Karsazên Rûs û Tirk : Em hewldana derbeya leşkerî şermezar dikin
    Bahçelî: "Heke li pişt derbeya leşkerî CIA û Pentagon hebe"
    Rûsya bertek da helwesta NATOyê ya li hember hewldana derbeya leşkerî
    Rojnamevanê îtalî: Li Tirkiyeyê derbeya 'rastîn' niha tê jiyîn
    Hewldana derbeya leşkerî: 6 general hatin girtin
    Etîketan:
    Êrişkarên otela Serokomar Erdogan, Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Mehmet Demir, İsmail Yigit, Ergun Şahin, Enes Yilmaz, Recep Tayyip Erdogan, Mugla, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de