19:02 22 Çile 2018
Zindî
    Polês

    Li Erziromê operasyona siyasî: 67 endamên HDP û DBPê hatin binçavkirin

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li navçeya Qereyaziya Erziromê di serdegirtinên malan de 67 kesên ku di nav de endam û rêveberên HDP û DBPê hene hatin binçavkirin.

    Erzirom — Li gorî nûçeya DİHAyê li navçeya Qereyazî ya Erziromê bi ser malên rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gel (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de hate girtin. Di serdegirtinên li dijî taxên Kalo, Corova, Reşayê Temo, Reşayê Sebriyê Arîf, Degîrmendere, Gulluyê heta niha 67 kes hatin binçavkirin.

    Sedema binçavkirina 67 kesan nehat hînbûn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Erziromê. Ji 67 kesan navê 42 kesan ev in: "Dogan Kanat, Felemez Ele, Erhan Karakaya, Ayhan Kirtil, Tuba Arslan, Memet Kamiş, Emrah Savaş, Salih Altayli, Melik Altayli, Mustafa Altayli, Naime Koç, Kemile Yuksel, Servet Koç, İsmail Koç, Elvan Çetin, Huseyin Ateş, Şerif Ateş, M.Sait Ozmen, Cemil Ozmen, Sebahattin Ozmen, Şeref Kabak, Murat Karabakan, Fahri Karabakan, Ersin Karabakan, Neşet Karabakan, Halil Karabakan, Atilla Karabakan, Talat Oran, Şakir Oran, Yavuz Oran, Nurettin Durmaz, Cemil Oran, Abdullah Oran, Haydar Oran, Serhat Oran, Umit Oran, Metin Alaca, Ramazan Alaca, Yaşar Alaca Mehmet Emin Alaca, Medeni Bingol û Medeni Gunduz e"

    Bi heman mijarî:

    Li navçeya Seravê ya Wanê operasyon: 8 binçavkirin
    Bi teqîna Stenbolê ve eleqedar 3 jê biyanî 13 kes hatin binçavkirin
    Li Edirneyê operasyon:Hevserokên HDPê hatin binçavkirin
    Li Colemêrgê operasyon: 5 kes hatin binçavkirin
    Xebatkarê Azadiya Welat hate binçavkirin
    Etîketan:
    Midûriyeta Ewlehî ya Erziromê, Operasyona binçavkirinê, DBP, HDP, Ayhan Kirtil, Erhan Karakaya, Felemez Ele, Dogan Kanat, Erzirom, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de