21:59 22 Sibat 2018
Zindî
    Heyeta Îmraliyê

    Heyeta Îmraliyê derbarê rewşa Ocalan de daxuyanî da

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Heyeta Îmraliyê derbareyê rewşa Ocalan û geşedanên ku şeva hewldanda derbeya leşkeri pêk hatinbûn li avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi civînek çapameniyê daxuyanî dan.

    Omer Faruk Baran

    Amed — Hevserokê KCDê Hatîp Dîcle, Parlementerê HDPê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, Wekîla Serokatiya Meclîsê ya HDPê Pervîn Buldan, Wekîlê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken û endama KJAyê Ceylan Bagriyanik beşdarî civîna çapameniyê bûn.

    Di daxuyaniyê de endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, pêwendiya ku dema pêvajoya çareseriyê bi dewletê re danîn wek "xefletî, derbederî, bêbizaviyî" bi nav kir û wiha got: "Îro tenê tişta bê gotin ev e, 'li dijî derbeyê barîqat, bo Ocalan azadî û ewlehî.' Cihê ku em hatinê, dewleta ku mûxatabiya derbeyê dike heman xefletiyê dide der. Derbareyê tenduristî û ewlehiya Ocalan de em haydar nînin"

    Onder di berdewamiya axaftina xwe de eşkere kir ''Wek Heyeta Îmraliyê ji roja ku merhaleyên muzakereyê destpêkirin heta 5ê Nîsanê 2 sal û nîv derbas bûn. Di vê demê de me her hewl da em raya giştî agahdar bikin. Piştî 5ê Nîsanê jî wek heyet me her hewlda em tecrîdê teşhîr bikin. Her li ser hişyariyên Ocalan ên derbareyê mekanîka derbeyê bûn. Hişyariyên me û hişyariyên Birêz Ocalan ên 'mekanîka derbeyê' ku di sedsala 21mîn de zehf girîng in, bi tu awayî fêm nekirin. Dema em li dîroka derbeyê ya vî welatî dinihêrin, mekanîka derbeyê ya ku têgîniya wê ji hêla Ocalan ve xwe da der, tu carî cih nedaye demokrasiyê.

    Serokê PKK Abdullah Ocalan
    © Foto: BasNews
    Di derbeya 12ê îlonê de YOK û MGK xwe di ser dewletê re wek sazî binecihkirin. Bêyî pêdivî bi derbeyeke fiîlî hebe, di hemû saziyên dewletê de bi cih bûn. Ev, di hin deman de çepgir û kedkaran, lê herî zêde kurdan û dem bi dem elewiyan wek dijmin bo xwe nîşan da û bi vî awayî dewletê bi rê ve dibin. Mekanîka derbeyê jî ev pevçûn, gef wek hincet nîşan dan û bo xwe qadeke hegemonîk ava kir û bi vî awayî xwe bi rê ve dibe.''

    Di dawiya axaftina xwe de Onder diyar kir ku ew dê qadên demokratîk zêdetir bikin û wiha dewam kir: ''Di 15ê Tîrmehê de di ser metropolan re balafir firiyan. Li bajarên kurdan ev nêzî salekê ye ev balafir û tank qadên jiyanê bombebaran dikin û meşgulîyeta wan komkujî ye. Ji bo şert û mercên derbeyê pûç bibin, em qadên demokratîk zêde bikin. Em di vî warî de banga seferberiyê li gelê xwe dikin. Divê lid ijî derbeyê barîqat, şert û mercên ocalan pêk bên û şerê li dijî gelê kurd bi dawî bibe.''

    Bi heman mijarî:

    Parêzeran ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe serî li NYê dan
    Girtiyan ji bo Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin
    HDPê ji bo Ocalan name ji CPT re şand
    Li Rihayê gel wê bo Ocalan nobetê bigrin
    Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate redkirin
    Etîketan:
    haydar, pêvajo, derbe, hewldan, azadî, rewş, demokratîk, çareserî, çapamenî, civîn, muzakere, Heyeta Îmraliyê, Pervin Buldan, Hatip Dicle, Idris Baluken, Sirri Sureya Onder, Abdullah Ocalan, Tirkiya, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de