18:00 22 Sibat 2018
Zindî
    sivîl - rizgarkirin - Minbic

    Sivîlên Helebê têne tehliyekirin

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hate ragihandin ku li Helebê bi dehan malbat ji herêmên di bin kontrola terorîstan derbasî herêmên bi ewle yên ku di bin kontrola hikumeta Sûriyeyê dibin.

    Heleb — Li gorî agahiyên ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê li Helebê bi dehan malbat ji ser rêya korîdorên mirovî derbasî herêmên bi ewle yên di bin kontrola hikumeta Sûriyeyê dibin.
    Leşkerên Artêşa Sûriyeyê malbatan pêşwazî dikin û wan bi otobusan derbasî navendên alîkariya mirovî dikin. Li gorî SANAyê bi dehan terorîst jî çekên xwe danîne û radestî Artêşa Sûriyeyê bûne.

    '196 SIVÎL JI KORÎDORÊN ALÎKARIYA MIROVÎ DERBASÎ HERÊMÊN BI EWLE BÛN'

    Li gorî agahiyên çavdêriya rûs ya li Sûriyeyê ji roja pêrşemê heta niha 169 sivîl û 69 terorîstên ku beşdarî agirbestê bûn, ji ser rêya korîdorên mirovî derbasî herêmên di bin konrtola hikumeta Sûriyeyê bûn.
    Navendê eşkere kir ku bo tehliyeya sivîlan dê 4 korîdorên din bêne avakirin. Bi avakirina 4 korîdorên din wê hejmara korîdoran bigihêje 8an.

    Bi heman mijarî:

    YPG li Helebê gelek herêman ji destê terorîstan rizgar kir
    Waliyê Helebê: Komên terorîst nahêlin sivîl ji bajêr derkevin
    Rûsya: "Ji bo operasyona Helebê me Tirkiye agahdar kir"
    Rûsya derbarê Tirkiya û Helebê de daxuyanî da
    Artêşa Sûriyayê li Helebê gelek cihên stratejîk bidestxist
    Etîketan:
    korîdorên mirovî, heleb, terorîst, şer, gelê sivîl, sana, sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de