06:39 19 Sibat 2018
Zindî
    sûriye-şer-teqîn

    Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê giliyê koalîsyona navnetweyî kir

    © REUTERS/ KHALIL ASHAWI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karên Derve yê Sûriyeyê, ji ber êrişên hewayî yên li koalîsyona navnetweyî, giliyên wan li NYyê kir.

    Navenda nûçeyan — Hêzên koalîsyona navnetweyî ya ku Amerîka pêşengiya wan dike rojên borî li derdora herêma Minbicê êrişeke hewayî kirin û di encamê de 50 sivîl jiyana xwe ji dest da û bi deha sivîl jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê, Wezareta Karên Derve ji ber êrişa hewayê ya koalîsyonê gilî li Neteweyên Yekbûyî(NY) kiriye.
    Wezaretê nameyek ji Serokê Konseya Ewlehiyê ya NYyê Koro Bessho û Sekreterê Gelemper yê NYyê Ban Ki-Mun re şand û ji wan xwest ku êrişên li hember gelê sivîl bê rawestandin.

    Herwiha di nameyê de hate gotin ku: 'Hewldana têkoşîna li dijî terorê ya li Sûriyeyê, heta ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî û bi hevkariya hikumeta Sûriyeyê neyê kirin, dê ti caran bi ser nekeve. '
    Beriya niha bi demekê Fermandariya Hêzên Navendî yê Amerikayê (CENTOM) daxuyaniyeke nivîskî dabû û diyar kiribû ku di encama êrişên hewayî yên koalîsyona navneteweyî yên li Minbicê gelek sivîl jiyana xwe ji dest daye.

    DI ÊRIŞÊN KOALÎSYONÊ DE 600 SIVÎL HATIN KUŞTIN

    Li gorî agahiyên çavdêran ji meha Îlona sala 2014an û heta niha ji ber êrişên hewayê yên koalîsyona navneteweyî  136 ji wan zarok bi qasî 600 sivîlên sûriyî jiyana xwe ji dest daye.
    Êrişên hewayê yên koalîsyona navnetweyî û kuştina sivîlan ji demekê ye di rojevê de ye.

    Di encama operasyona hewayê ya koalîsyonê ya di 19ê Tîrmehê ya li Minbicê de ji 100î zêdetir sivîl jiyana xwe ji dest dabû. Dijberên sûriyî ji ber kuştina sivîlan banga rawestandina êrişên hewayê kiribûn.
    Hêzên koalîsyonê, sedem alîkariya şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), li Minbicê operasyonên hewayî pêk tînin.

    Bi heman mijarî:

    Balafirên rûs dîsa li DAIŞê xist
    Balafirên hevpeymanê giraniya xwe dane ser Felluceyê, operasyona DAIŞê biser neket
    HSD: Em xwe wekî beşek ji koalîsyona li diji DAIŞê dibînin
    Koalîsyona Navneteweyî çeperên DAIŞê yên Minbicê bombebaran kirin
    Bi pêşengiya Erebistanê 'koalîsyona welatên misilman' hat ragihandin
    YPG/YPJ: 'Li dijî DAIŞê de tekîlî û kordînasyona me bi Koalîsyona Navneteweyî re heye'
    Amerîka Koalîsyona Opozîsyona Sûriyeyê li lîsteya terorê zêde kir
    Etîketan:
    wezaret karên derve yê sûriyeyê, hêzên koalîsyonê, minbic, qsd, şer, sivîl, balafir, kuştin, koro bessho, Ban Ki-mun, sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de