18:11 25 Sibat 2018
Zindî
    Heleb

    YPG li Helebê gelek herêman ji destê terorîstan rizgar kir

    © REUTERS/ Hosam Katan/File photo
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Yekîneyên Parastina Gel(YPG) heta niha gelek herêmên stratejîk yên Helebê ji destê terorîstan rizgar kir. Berdevka YPGê Berfîn Hezîl ragihand ku wan taxên Eşrefiyê, Seken Şebab û Şêxmesûdê ji destê El Nûsrayê rizgar kirine.

    Navenda nûçeyan — Artêşa Sûriyeyê ber bi rojhilatê Helebê ve diçe û her roj gelek cihên stratejîk yê Helebê bidest dixîne. Li gel vê yekê şervanên YPGê jî li rojhilatê Helebê taxên Şêxmeqsûd, Seken Şebab û Eşrefiyê yên xwedî girîngiya stratejîk in ji destên terorîstên El Nûsrayê rizgar kirin.

    YPG ya ku rastî êrişên terorîstan tê, bo ku talûkeya êrişan ji holê rake li hember komên terorîst yên wek El Nûsraî Ehrar-ûş Şam, Tugaya Nurettîn Zengî, Tugaya Sultan Murad û Cebhet el Şamê şerekî mezin da destpêkirin.

    TAXÊN SEKEN ŞEBAB HATE RIZGARKIRIN

    Piştî şerên ku bi rojan berdewam kir de taxa Seken Şebab ya ku li rojhilatê Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê dikeve hate rizgarkirin.
    Şerê di navbera terorîst û şervanên YPGê yên li taxên Eşrefiyê û Benî Zêdê jî berdewam dike. Berdevka YPGê Berfîn Hezîl derbarê rewşa dawî û operasyonên li herêmê agahî da Sputnîkê û got: 'Komên terorîst êrişî ser herêmên me kirin û di encamê de gelek sivîl birîndar kirin. Lê me jî bi awayekî tund bersiva êrişên wan da û di encama şer 10 terorîst hatin kuştin û cenazeyên 7an ji wan ketin destê me. 2 terorîst bi saxî ketin destê me. Me dest danî ser cebilxaneyên wan. Hêzên me li taxên Seken Şebab, Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê serkeftinên mezin bidest xistin.'

    Taxa Şêxmeqsûd ya ku hejmareke mezin ya şêniyên wê kurd in ji sala 2012an û vir ve di bin kontrola YPGê de ye.

    Heleb bajarê herî mezin yê Sûriyeyê ye. Navenda Helebê di bin kontrola Artêşa Sûriyeyê de ye, lê gelek taxên derdora bajêr di destê komên terorîst de ne.

    Bi heman mijarî:

    YPGê ji Reqqayê malbateke êzidî xelas kir
    Fermandarê YPGê Hisên Çawîş jiyana xwe ji dest da
    Dersa mirovahiyê ji şervanê YPGê
    Çavuşoglu gef li YPGê xwar
    YPGê û HSDê li Minbicê xalên kontrolê danîn!
    Sîngapûrê pêşangeha fotografên YPGê û YPJê asteng kir
    Etîketan:
    artêşa sûriyeyê, rizgarkirin, terorîst, heleb, şer, ypg, berfîn hezîl, sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de