10:59 20 Hezîran 2018
heleb

Waliyê Helebê: Komên terorîst nahêlin sivîl ji bajêr derkevin

© REUTERS/ HOSAM KATAN
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Waliyê Helebê Muhammed Merwan Elbî, diyar kir ku bi dehan malbatên ku dixwazin ji Helebê derkevin bi astengiya terorîstan re rû bi rû dimînin.

Heleb — Medyaya Rûsyayê ragihand ku Walî Elbî destnîşan kiriye ku bo sivîl ji Helebê karibin derkevin û biçin cihên bi ewle roja pêrşemê 3 korîdorên alîkariya mirovî hatine avakirin.

Lê komên terorîst rê nadin ku malbatên sivîl derkevin û êrişî wan dikin. Walî Elbî destnîşan kir ku bo tehliyeya sivîlên Helebê hemû mercên hewce hatine avakirin û wiha got: 'Bo bicîhbûna sivîlan cihên bihûrbar yên bi ewle hatine amadekirin. Li vê derê em ê nav û avê bidin mirovan. Pêdiviya kê bi çi alikariyê hebe wê bê kirin.'

Hêjayê gotinêye ku hikumetên Rûsya û Sûriyeyê bo gelê sivîl yên li Helebê ji bajêr derkevin  operasyona mirovî ya ku ji 3 korîdorên mirovî pêk tê dan destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de bo çekdarên ku bixwazin beşdarî agirbestê bibin jî wê korîdora 4emîn bê avakirin.

Bi heman mijarî:

HELEB - Rejîm û terorîst şer dikin welatiyên sivîl zerarê dibînin: 35 kuştî
SOHR: "Li Heleb û Gûtayê herî kêm 80 kes hatin kuştin"
HELEB - 24 saet 12 kuştî
HELEB - Artêşa Sûriyeyê û terorîstan şer kir: 22 welatiyên sivîl hatin kuştin
HELEB - Artêşa Sûriyeyê û Terorîstan şer kir: 5 welatî hatin kuştin!
Etîketan:
korîdora mirovî, astengî, heleb, sivîl, terorîst, MUHAMMED MERWAN ELBÎ, sûriye, rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de