09:02 24 Sibat 2018
Zindî
    Artêşa Iraqê

    Li wê navçeya stratejîk operasyona rizgarkirinê dest pê kir

    © REUTERS/ Thaier Al-Sudani
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Artêşa Iraqê bi alîkariya polêsên federal û milîtanên Heşdî Şabî operasyona rizgarkirina Girava Xalidiye ya li rojhlatê Rûmadî dest pê kir.

    Rûmadî — Li gorî daxuyaniya ofîsa ragihandina şer a Iraqê di operasyona rizgarkirina navçeyê de balafirên hevpeyman jî cih digirin û li gorî zanyariyên medyaya Iraqê, navçeyên di bin destê DAIŞê de bi taybet Girava Xalidiye ji aliyê balafiran ve bi giranî tên bombebarankirin.

    Navçeya Xalidiye 15 kîlometro ji Rûmadî dûr e û dikeve navbera bajarên Felûce û Rûmadiyê. Her wiha ev navçe dikeve ser rêya lezgîn a bihevgirêdana Bexda, Ûrdûn û Sûriyeyê. Lewma jî kontrolkirina vê navçeyê ji bo hêzên Iraqê pir girîng e.

    Bajarê Rûmadiyê ku navenda parêzgeha Enbarê ye, di dawiya sala 2015an de ji destê çekdarên DAIŞê hatibû derxistin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê Balafirxaneya Giyarê ji destê DAIŞê derxist
    Artêşa Iraqê 2 gund rizgar kir!
    Artêşa Iraqê li başûrê Mûsilê 5 gund rizgarkirin
    Artêşa Iraqê dest bi operasyona rizgarkirina Girava El-Xalidiyê kir
    Artêşa Iraqê konvoya DAIŞiyan bombebaran kir: 750 terorîst hatin kuştin
    Etîketan:
    Operasyona rizgarkirina Girava Xalidiyê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Artêşa Iraqê, Rûmadî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de