15:49 23 Mijdar 2017
Zindî
    Hayati Yazici

    Cîgirê Serokê AKPê: "Dibe li şûna îdamê derxistina ji welatîbûnê bibe"

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Cîgirê Serokê AKPê Hayati Yazici ragihand ku niha tu xebateke me ya îdamkirinê tuneye, lê dibe li şûna îdamê derxistina ji welatîbûnê bibe alternatif.

    Navenda Nûçeyan - Cîgirê Serokê AKPê Hayati Yazici di hevpeyvîna xwe ya Haberturkê de mijara îdamê nirxand û ragihand ku niha tu xebateke me ya îdamkirinê tuneye, lê dibe li şûna îdamê derxistina ji welatîbûnê bibe alternatîf.

    Hayati Yazici di hevpeyvîna xwe de got: "Niha tu xebateke me ya qanûnî ji bo amadekirina îdamê tuneye, lê em dizanin daxwaza gel heye. Divê em baş li ser mijara îdamê bifikirin û mezkanîzeya edlî gelekÎ zelal be. Ji bo ku di cezayê îdamê de xeletiyek were kirin vegera wê nîne."

    Yazici di berdewamiya axaftina xwe de li hemberî pirsa dibe ku derxistina hemwelatîbûnê were kirin bersiv da û got: "Belê, dibe mijara derxistina ji hemwelatîbûnê were rojevê, ev di nava hiqûqa navneteweyî de jî heye. Em terefgirên peymanan in, nabe em berovajî wan tevbigerin."

    Bi heman mijarî:

    Yekîtiya Karsazên Rûs û Tirk : Em hewldana derbeya leşkerî şermezar dikin
    Bahçelî: "Heke li pişt derbeya leşkerî CIA û Pentagon hebe"
    Rûsya bertek da helwesta NATOyê ya li hember hewldana derbeya leşkerî
    Rojnamevanê îtalî: Li Tirkiyeyê derbeya 'rastîn' niha tê jiyîn
    Hewldana derbeya leşkerî: 6 general hatin girtin
    Etîketan:
    Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Cîgirê Serokê AKPê, Hayati Yazici, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de