10:30 24 Hezîran 2018
Richard Moore

Balyozê Brîtanya: "Ji hewldana derbeyê gruba Gulen berpirsyar e"

© Foto : AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Balyozê Brîtanya yê li Enqereyê Richard Moore ragihand ku ji hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê grûba Fethullah Gulen berpirsyar e.

Navenda Nûçeyan — Balyozê Brîtanya yê li Enqereyê Richard Moore ragihand ku ji hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê grûba Fethullah Gulen berpirsyar e. Ez ji daxuyaniyên hikumeta Tirkiyeyê yên derbarê hewldana derbeya leşkerî bawer dikim.

Li gorî nûçeya Serkan Demirtaşê rojnameya Hurriyetê, Balyozê Brîtanya yê li Enqereyê Richard Moore ragihand ku gelê Tirkiyeyê di hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê de hemû endamên partiyan derketin kolanan û li hemberî derbeya li îradeya xwe derketin. Demokrasiya Tirkiyeyê hebûna xwe îspat kir.

Richard Moore di berdewamiya axaftina xwe de gotiye: "Ez ji daxuyaniyên hikumetê ku di vê derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê de gruba Gulen rol lîstiye bawer dikim. Derheqê fealiyetên Gulen ên li Brîtanyayê heke delîl werin bidestxistin em amade hevkariyê bi hikumeta Tirkiyeyê re bikin."

Bi heman mijarî:

Qesra Spî derbarê Gulen de daxuyanî da
Pirtûkên Fethullah Gulen hatin qedexekirin
Kanala ku xwest hevpeyvîna Gulen biweşîne lîsansa wê hat betalkirin
Amerîka: "Belgeyen îadekirina Gulen gihîştin me"
'Amerîkayê piştî hilweşîna YKSSê gelek sûd ji Gulen wergirt'
Etîketan:
Endamên Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO), Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Balyozê Brîtanya yê li Enqereyê, Richard Moore, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de