00:02 23 Sibat 2018
Zindî
    Ebû Bekir Bexdadî

    Li Iraqê Cîgirê Ebubekir Bexdadî û 12 rêvebir hatin kuştin

    © AP Photo
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Artêşa Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di operasyona duhî ya bajarê Enbarê de Cîgirê Ebubekir Bexdadî û walî jî di nav de 13 rêvebir hatin kuştin.

    Enbar - Artêşa Iraqê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di operasyona duhî ya bajarê Enbarê de Cîgirê Ebubekir Bexdadî, walî, fermandar û 13 rêvebirên endamên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin.

    Ofîsa ragihandina şer a Iraqê ku ser bi artêşa Iraqê ye, di daxuyaniyeke xwe de ragihand, duhî hêzên Iraqê li navçeya Qaîm a ser bajarê Enbarê ku dikeve ser sînorê Sûriyê, çavdêriya tevgerekî ne asayî ya DAIŞê kirine, piştre jî bi balefirên şer ve herêm bombebaran kirine.

    Li gorî daxuyaniya ofîsê şer a Iraqê, ji ber wê bombebaranê 13 rêvebirên mezin ê DAIŞê hatin kuştin, ku di nav wan de, cîgirê Ebubekir Bexdadî yê xelîfeyê DAIŞê, waliyê Fellûcê, Firat û cîgirê wezîrê şer ê DAIŞê jî hebûn.

    Ofîsa şer a Iraqê amaje bi vê jî kir ku ji derveyê wan kesên rêvebirên payedar ku hatine kuştin herî kêm 11 çekdar jî birîndar bûne û cihê amadekirina teqemenî û wesayîtên bombekirî yê DAIŞê jî hatiye wêran kirin.

    Bi heman mijarî:

    Şervanên kurd li Minbicê qira DAIŞê anîn: 100 kuştî
    Plana DAIŞê ya nû: Êrişkarê bi tenê
    Fermandarekî DAIŞê hate kuştin
    Di şerê rizgarkirina Minbicê de 42 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    DAIŞê li Hewîce ji malbatekê 4 kesan darvekir
    Etîketan:
    Berdevkê Operasyona Mûsilê yê Artêşa Iraqê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Ebubekir El Bexdadî, Enbar, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de