00:43 24 Hezîran 2018
Operasyona Leşkerî ya Minbicê

Şervanên kurd li Minbicê qira DAIŞê anîn: 100 kuştî

© REUTERS / Rodi Said
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 40

Li gorî çavkaniyên herêmî ku hatiye ragihandin di şerê navbera şervanên kurd û endamên DAIŞê de nêzî 100 terorîstî hatiye kuştin.

Minbic - Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gundên El-Biwêr û Mişêrifit El-Biwêr, Îlan, Dendeniye, Bozkêc û gundê Dadat ên ku dikevin, bakur rojavayê Minbicê, paşde girtin.

Di dema ku şervanan bersiv didan êrîşa terorîstan de, emîrê ku serkêşiya êrîşê dikir, 5 terorîstên pêre û berpirsyarê çekên giran yê terorîstan DAIŞê ku bi navê Ebû Silêman El-Meserî tê naskirin û her wiha 80 terorîst hatin kuştin. Piştî şerê dijwar êrîşa terorîstan hat şikandin. Piştî ku êrîşa terorîstan hat şikandin, li gundan operasyona paqijkirinê hat destpêkirin. Li navenda bajarê Minbicê jî di navbera Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û terorîstan DAIŞê de, bi hemû dijwariya xwe didome.

Li aliyê bakur rojhilatê bajar jî li ser riya Cerablusê, di navbera şervan û terorîst de pevçûn derketin. Li vir jî gelek terorîst hatin kuştin, lê hejmara zelal nehat zanîn. Li eniya rojavayê bajar jî li taxa El-Serab a bajar jî pevçûn qewimîn. Di encamê de gelek terorîst birîndar bûn û şervan pêşve çûn.

Li eniya başûr jî pêşveçûna şervanan a ber ber navenda bajêr ve didome. Bi taybet li taxa El-Niêmî. Di encama van pevçûnan de jî gelekterorîst hatin kuştin û cenazeyê 6 ji wan ket destê şervanan. Duhî jî Taxa El-Keclî bi temamî ji terorîstan hatibû rizgarkirin.

Bi heman mijarî:

Li Minbicê 2 noqteyên din hatin rizgarkirin
Li Minbicê nêzî hezar sivîl hatin rizgarkirin
Di şerê rizgarkirina Minbicê de 42 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
Li Minbicê 13 terorîst hatin kuştin
‘Ji ber ku DAIŞ li Minbicê têk diçe êrîş kir'
Etîketan:
Şervanên HSD û YPGê, Operasyona rizgarkirina Minbicê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Minbic, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de