16:29 18 Hezîran 2018
Rojnamevan

330 kartên çapemeniyê hatin betalkirin

© Flickr / Eelco
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Midûriyeta Giştî ya Enformasyona Weşan û Çapemeniya Tirkiyê diyarkir ku 330 kartên çapemeniyê betal kirine.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê Alîkarê Midûrê Giştî yê Enformasyona Weşan û Çapemeniya Tirkiyê Ekrem Okutan diyar dikiye ku piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê wan dest bi lêpirsîna kartên çapemeniyê kiriye. Di encama vê xebatê de heta niha 330 kart hatine betalkirin.

Hefteya borî 34 kart hatibûn betalkirin û Okutan derbarê vê mijarê de ev agahî da: "Di encama xebatê de 74 jê karta rojnamegerên serbest bi giştî 330 kart hatin betalkirin." Xebata derbarê kartên daimî de hîna jî berdawam dike.

Bi heman mijarî:

Raporta BİAyê: 32 rojnameger di girtîgehê de ne
Di meha Gulanê de 18 rojnameger hatin desteserkirin
2 rojnameger hatin desteserkirin
Sendîkaya Rojnamegeran: 36 rojnameger di girtîgehê de ne
Di 12 rojan de 6 rojnameger hatin desteserkirin
Etîketan:
karta çapemeniyê, Miduriyeta Giştî ya Enformasyona Weşan û Çapemeniyê, Ajansa Anadoluyê, Ekrem Okutan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de