16:46 18 Hezîran 2018
baregeha încîrlîkê

Li pêşiya baregeha Încîrlîkê hewldana derbeyê hate protestokirin

© Foto: DHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Bi pêşengiya Komeleya Ciwaniya Anatolyayê (AGD) gelek sazî û partiyên siyasî, nêzî Fermandariya Baregeha Tankêrê ya 10emîn ya Încîlîkê hewldana derbeya leşkerî protesto kirin.

Edene — Konvoya ku ber bi baregeha Îcîrlîkê ve dimeşiya ji aliyê polêsan ve hate rawestandin. Ji ber vê yekê çalakvan mecbûr man ku ber bi qada ku nêzî baregehê ve bimeşin. Koma çalakvan bi yên ku di destên wan de ala tirka hebûn gelek caran tekbîr anîn û sloganên ‘Bimre Amerîka, bimre Îsraîl, li hember derbeyan yekitî, Ne yekitiya Ewrûpayê ya Îslamê' avêtin.
Koma çalakvan ala Amerîkayê şewitandin û ala Îsraîlê çirandin.

Serokê Gelemper yê AGDê Salîh Turan axaftinek kir û diyar kir ku hewldana derbeya leşkerî xayintiya herî mezin ya ku li hember gelê misilman û tirk hatiye kirin e. Turan da zanîn ku baregeha Amerîkayê ji roja avabûna xwe û heta niha her bûye sedema mirina misilmanan û dijminatiya Îslamê.  


Piştî axaftin û protestoyan çalakvan bi aawayekî bêdeng belav bûn.

Bi heman mijarî:

Yekîtiya Karsazên Rûs û Tirk : Em hewldana derbeya leşkerî şermezar dikin
Rûsya bertek da helwesta NATOyê ya li hember hewldana derbeya leşkerî
Zanyarê siyasetê yê almanî Liedtke: Hewldana derbeya leşkeri senaryo ye
Piştî hewldana derbeya leşkerî operasyona hewayî ya yekemîn
Rûsya: "Em niha li ser avakirina du milên projeya Herka Tirkî disekinin"
Rûsya derbarê Tirkiya û Helebê de daxuyanî da
Ji Rûsya û Çînê li Deryaya Başûrê Çînê tetbîqeta hevpar
Etîketan:
agd, hewldana derbeya leşkerî, încîrlîk, dijminatî, baregeh, slogan, çalakî, salîh turan, TIRKIYE
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de