21:59 21 Sibat 2018
Zindî
    Xistina balafira rûsî

    Wimmer: "Balafirên Amerîka û Siûdî kirin ku pîlotê tirk jeta rûsî bixîne"

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Cîgirê Serokê Rêxistina Hevkarî û Ewlehiya Ewropa (AGİT) yê berê Willy Wimmer diyar kir ku li gorî texmînê min balafirên Amerîka û Erebîstan Siûdî kirin ku pîlotê tirk jeta rûsî bixîne.

    Navenda Nûçeyan — Cîgirê Serokê Rêxistina Hevkarî û Ewlehiya Ewropa (AGİT) yê berê Willy Wimmer di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de diyar kir ku li gorî texmînê min balafirên Amerîka û Erebîstan Siûdî kirin ku pîlotê tirk jeta rûsî bixîne. Ji ber ku li gorî zanyariyên di wê operasyona xistina balafira rûsî de, balafireke Amerîka û yeke Erebîstana Siûdî jî hebû.

    Dixwestin têkiliyên Tirkiyeyê bi Rûsyayê re têk bibin

    Willy Wimmer di berdewamiya hevpeyvîna xwe de li hemberî pirsa bi xistina balafira rûsî kî dixwaze çi bi dest bixe? bersivand û got: "Heke çalakiyek ne li gorî norm û qaîdeyên navneteweyî bin di binê vê çalekiyê de li mijarên siyasî tê gerîn. Îhtîmaleke mezin dixwestin têkiliyên Tirkiyeyê bi Rûsyayê re têk bibin."

    Wimmer dirêjiya axaftina xwe de behsa rola Erdogan, xistina balafirê û rola siyasî kir û got: "Di vê rewşê de divê em li faktorên însanî û siyasî temaşe bikin. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji xeyrî xwedî derketina xistina balafirê pê ve wê çi bibêje. Ev ji hêla siyasî ve pir zahmet bû, ev ji hinek daxuyaniyên Erdogan jî fê fêhmê. Lê paşî ji bo ku dilê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn xweşbike her fersend bi kar anî."

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: "Pîlotên ku balafira rûsî xistibûn jî hatine binçavkirin"
    Piştî teşebusa derbeyê doza xistina balafira rûsî berfirehtir bû
    ÎDIA- Dibe ku haya Erdogan ji xistina balafira şer a rûsî tune be
    Derket holê ku balafira rûsî ya Il-76ê ketiye
    Bi balafira İl-76 a rûsî re pêwendî hat birîn
    Etîketan:
    Fersenda başbûna têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Cîgirê Serokê Rêxistina Hevkarî û Ewlehiya Ewropa (AGİT), Xistina balafira rûsî, Willy Wimmer, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de