18:38 26 Gulan 2018
Şervanên YPGê

Taxa Seken Şebabî ji çekdarên SUKê hat paqijkirin

© Foto: ANHA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Şervanên YPG/YPJê taxa Seken Şebabîya ya Helebê ji rêxistina SUKê paqij kirin û niha ber bi taxên Eşrefiyê û Benî Zêdê ve diçin.

YPG
© Foto : AFP 2015/ DELIL SOULEIMAN
Heleb — Li gorî agahiyên li ser ANFê hatine belavkirin şervanên YPG/YPJê taxa Seken Şebabî ji çekdarên bi ser SUKê ve girêdayî ne paqij kirin. YPGê li dijî çekdarên SUKê yên ku ji serê 5 mehan bê navber êrişî ser taxa kurdan Şêxmeqsûdê dikin operasyonek lidar xistin.
Şervanên YPG/YPJê di çarçoveya operasyonê de taxa Seken Şebabî ya ku li rojhilatê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikeve ji çekdarên SUKê bi temamî rizgar kirin.

Hate ragihandin ku şerên di navbera şervanên YPGê û çekdarên SUKê yên li taxên Eşrefiyê û Benî Zêdê jî bi dijwarî berdewam dike. YPGê gelek cihên stratejîk yên di bin kontrola terorîstan de rizgar kir û ber bi herêmên nû ve diçe.

Bi heman mijarî:

YPG: Li Şêxmeqsûd û başûrê Tişrîn 17 terorîst hatin kuştin
Di êrîşa Şêxmeqsûd de zarokek birîndar bû
YPG: Li Şêxmeqsûd û Cerablûsê 5 terorîst hatin kuştin
Terorîstan girtin ser Şêxmeqsûd: 2 birîndar
Şêxmeqsûd dîsa tê bombebarankirin
Grûbên terorîst dîsa êrişî Şêxmeqsûd kirin: 2 birîndar
Etîketan:
benî zêd, taxa eşrefiyê, çekdar, suk, seken şebab, şebab, ypj, ypg, rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de