01:13 24 Mijdar 2017
Zindî
    Hezex

    Ji ber şer derûniya jinên Hezexê têk çûye

    © REUTERS/ Sertac Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Ji ber şer û û bûyerên li Hezexê qewimîne, derûniya jina xerabûye û gelek ji wan trawmayê dijîn. Herwiha 1200 avahî li navçeyê rûxiyane. Hejmara Sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane 23 ne.

    Navenda Nûçeyan — Yekîtiya Şaredariyên Herêma Bakurê Rojhilat (GABB) û şaredariyên Şirnex û Hezexê, derbarê encamên bûyerên li Hezexê qewimînê de raporter amade kirin. Her sê sazî raporta xwe bi raya giştî re par ve kirin. Li gorî vê raportê di navbera 16ê Sibata 2016ê û 31ê Adara 2016ê de li navçeyê biryara qedexeyê hatiye ragihandin û şer bêhtir li taxên Turgut Ozal û Yenimahalleyê qewimiye. Raport diyar dike ku di vê navberê de yek jî jin, 9 jê zarok bi giştî 23 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û heta niha derbarê kuştina sivîlan de lêpirsînek nehatiye destpêkirin.

    Ji bo amadekariya raportê sazî bi 609 jinan re hevdîtin pêk anîne. Gelek ji van ji ber şer û pevçûnan û ji ber lêferzkirina hêzên ewlekariyê neçar mane ku ji navçeyê derkevin. Sedî 85 niştecihên bajêr ji neçarî koç kirine û li bajar û bajarokên nêzîkî Hezexê bicî bûne. Di encama şer de hejmara malbatên ku nikarin debara xwe bikin zêdetir bûye. Li gorî raportê beriya şer hejmara malbatên bi vî awayî 35 bûye. Lê piştî şer ev hejmar derketiye 150 malbatî.

    1200 AVAHÎ RÛXIYANE

    Di encama lêkolîna saziyan de derketiye holê ku 1200 avahî li bajêr zirar dîtine. 700 ji van ziyan dîtine, 250 yê wan ziyaneke normal, 100 ji wan gelekî ziyan dîtine û 120 jî bi temamî rûxiyane. Di enacama serdana Midûriyeta İtfayeyê ya Şaredariya Hezexê derketiye holê k 150 mal şewitîne. Sedî 80 yê bajêr bêyî ku agahiyê bidin niştecihên navçeyê ji hêla Desteya Wezîran ve weke qada bi rîsk hatiye ragihandin. Di encama vî tiştî de dewletê dest bi xerakirina van avahiyan kiriye.

    ‘ME TENÊ CILÊ XWE YÊ BINÎ BIXWE RE BIR'

    Dîsa derketiye holê ku him di dema şer û pevçûnan de him jî piştî wê gelek pirsgirêkên tenduristiyê derketine. Ji 109 jinên ducanî 44 ji wan gelek pirsgirêk jiyan e. Lê tiştê herî balê dikişîne derketiye holê ew e ku derûniya jinan di encama vê pêvajoyê de têk çûye. Ji ber dengê guleyan û şer û pevçûnan jin gelekî tirsiyane û endîşeya wan ji bo jiyana wan û zarokên wan çêbûye. Dîsa ji ber ku di şerê Cizîr û Silopiyê de teşhîrkirina laş û cilên binî yên jinan û ji ber ku bi rojan cenazeyên sivîlan li kolanan mane, bandor li ser derûniya jinên Hezexê jî çêbûye.

    Jinan di hevdîtinan de gotine ku, ji bo cilên wan ên binî neyên dîtin dema ji mal derdiketin, wan tene cilên xwe yên binî bixwe re dibirin.

    Bi heman mijarî:

    Wezaretê gelek taxên Cizîr û Hezexê weke ‘cihên bi xetere' ragihand
    Li navçeya Hezexê şer: 2 polês birîndar bûn
    GABB û TMMOB li ser rewşa dawî ya Hezexê raportek weşand
    Li Hezexê zarokek mir!
    Li Hezexê teqîn çêbû - zarokek birîndar bû
    Etîketan:
    jin, derûnî, qedexeya derketina derve, Şaredariya Şirnexê, Şaredariya Hezexê, Yekîtiya Şaredariyên Herêmê(GABB), Şirnex, Hezex
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de