02:23 21 Gulan 2018
    Şahram Nazerî

    Zanîngeha Medipolê muzîka strana kurdî bi kar aniye

    © Foto: FB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 40

    Zanîngeha Medîpolê di film-reklama danasîna zanîngeha xwe de, muzîka strana “kejawe-Şîrîn” a tenorê kurd ê navdar Şahram Nazerî bi kar aniye.

    Navenda Nûçeyan — Zanîngeha Medîpolê filmek ji bo danasîna zanîngeha xwe di televizyonên Tirkiyeyê de weşand ku tê de muzîka strana "kejawe-Şîrîn" a tenorê kurd ê navdar Şahram Nazerî bi kar aniye.

    Herwiha gelek kurdan ev kiryara Zanîngeha Medipolê wek bêrêzî li muzîk û hunerê nirxand ji ber ku saziyeke zanîn û perwerdehiyê berhemeke hunerî di reklameke bazirganî de bi kar aniye û bi ser de jî behsa navê xwediyê muzîkê jî nehatiye kirin.

    Ji aliyekî din ve, ev ne cara yekem e ku muzîka kurdî ji aliyê sazî, dezgeh û stranbêjên tirk ve tê bikaranîn bê ku behsa çavkaniya berhemê bê kirin. Wek mînak, Neşet Ertaşî muzîka straneke Mihemedê Şêxo dizîbû.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê êrîşî karkerên li muzîka kurdî guhdarî dikirin kirin
    Pûtîn hûnera xwe ya ziman derdixîne pêş
    Shakira li ser Alan Kurdî stran got
    Di malpera akademîsyena de strana Dombra lêxist
    MSGê got: Strana Ahmet Kaya 'Acilara Tutunmak' hatiye dizîn
    Xwediyê stranên nemir: Mihemed Şêxo
    Hemû welatîyen Kurd bi stranên wê mezin bûn
    Hûnermendê kurd ji ber ku stranên kurdî got hat kuştin
    Etîketan:
    şîrîn, huner, tirk, muzîk, stran, Zanîngeha Medîpolê, Şahram Nazerî, Neşet Ertaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de