22:21 27 Gulan 2018
Mevlut Çavuşoglu

Çavuşoglu: "Başbûna têkiliyên me bi Rûsyayê re hinek kesan aciz dike"

© Foto : AA/ Okan Özer
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku hinek derdor ji başbûna têkiliyên me yên bi Rûsyayê aciz dibin.

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di hevpeyvîna xwe ya CNN Turkê de bersiva pirsên Hande Firat da û ragihand ku hinek derdor ji başbûna têkiliyên me yên bi Rûsyayê aciz dibin.

Li Tirkiyeyê dijberiya Amerîkayê zêde dibe

Mevlut Çavuşoglu di hevpeyvîna xwe de got: "Çûna me ya Amerîkayê bi amadekirina dosyeyan ve girêdayî ye. Li Tirkiyeyê dijberiya Amerîkayê her diçe zêde dibe, em ji vê zêdebûnê nekêf xweş in. Ez ji bo senaryoya xirab nabêjim, lê heke Gulen neyê îadekirin dê bandorê li têkiliyan bike."

Li Almanyayê jî derbekar hene û divê ew jî werin îadekirin

Çavuşoglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Derheqê mijara Misrê de tu agahiyeke şênber tuneye, lê hinek agahiyên ku dibe here çend welatan heye. Sekna Misrê li Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî bi wate ye. Heta niha ji Rûsyayê tu raporteke ku hatibe şandin û ketibe destê me tuneye. Li Almanyayê jî hinek dadger û dozgerên derbekar hene û divê îadeya wan jî were kirin."

Bi heman mijarî:

Çavuşoglu: Piştî hewldana derbeyê piştgiriya herî xurt me ji Rûsyayê girt
Ji Çavuşoglu bo leşkerên derbekar ku reviyabûn Yûnanîstanê daxuyanî
Ji Çavuşoglu dîplomasiya hewldana derbeyê
Tirkiye: Çavuşoglu negotiye, rêkeftineke nepenî di navbera me û Amerîkayê de heye
Çavuşoglu: "Em dikarin Încîrlîkê ji Rûsyayê re vekin"
Etîketan:
Endamên Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO), Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, Hande Firat, Mevlut Çavuşoglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de