22:16 27 Gulan 2018
Kemal Kiliçdaroglu

Kiliçdaroglu: "Min ji Erdogan re got divê HDP jî li Beştepeyê hebe"

© Foto : AA/ Mehmet Ali Özcan
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derheqê nevxwendina HDPê ya Beştepeyê de ragihand ku min ji Erdogan re got divê HDP jî di vê civîna Beştepeyê de cih bigirta.

Navenda Nûçeyan — Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derheqê nevxwendina HDPê ya Beştepeyê de ragihand ku min ji Serokomar Recep Tayyip Erdogan re got: "Me hemûyan bi hev re daxuyanî îmze kir. HDP jî li dijî derbeyê derketibû û di vê de tu şik û guman tunebû. Divê wan jî li Beştepeyê cih bigirta."

Kemal Kiliçdaroglu di hevpeyvîna xwe ya televîzyona CNN Turkê de bersiva pirsên Hande Firat da û got: "Serokomar Erdogan bi telefonê geriya û ji bo helwesta me ya li hemberî derbeya leşkerî spasî kir. Ji ber ku rewşeke awarte bû ez çûme Beştepeyê. Min dixwest serokên her 4 partiyan li wir amade bin. Li gorî baweriya min serokê HDPê jî li wir bûna dê baştirbûna û min ji serokomar re got divê HDP jî li wir be."

Kiliçdaroglu di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Di Destûra Bingehîn de tenê ji bo darezayê wê guherîn bibe. Dive dadger û dozger ji bêterefiya qet tawîzê nedin, heke derbekar ne di nava pergaleke hiqûqî de werin darizandin tu ferqa dewletê ji derbekaran namîne."

Bi heman mijarî:

Kiliçdaroglu û Bahçelî cara yekem li Beştepeyê ye
Erdogan, Kiliçdaroglu, Bahçelî û Yildirim vexwend Qesrê
Kiliçdaroglu bangî Erdogan kir: "Were em referandumê bikin"
Ji Yildirim û Kiliçdaroglu daxuyaniya hevpar
Kiliçdaroglu ji bo Îsraîlê bertek nîşanî Erdogan da: "Ê wiha bi te bidin alastin"
Etîketan:
HDP, Civîna partiyan a Beştepeyê, CHP, Hande Firat, Kemal Kiliçdaroglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de