08:51 20 Sibat 2018
Zindî
    leşker - tang - top - operasyon - êriş - şer - polês

    Li Sêrtê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqîn: 3 kuştî

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî zanyariyên berdest duhî li navçeya Dihê ya Sêrtê dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek pêk hat, di teqînê de 3 leşker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

    Sêrt - Li gorî agahiyan, teqîn li 10 kîlometroya li ser rêya navbera navçeya Dihê û bajarê Sêrtê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî yên Artêşa Tirkiyê de pêk hat. Dema ku wesayîtên leşkeran derbas dibûn endamên PKKê bi rêya kontrola ji dûr ve bombeyek teqandin û di encamê de wesayîta zirxî ya leşkeran têk çû.

    Her wiha ji ber bihêziya teqînê 3 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Ji aliyekê din ve endamên PKKê piştî teqînê bi çekên sivik û lûledirêj êrişî leşkeran kirin. Piştî teqînê û pevçûnan, Artêşa Tirkiyê hêzeke zêdetir ber bi herêmê ve şand û dest bi operasyonan kir.

    Hat ragihandin ku helîkopterên Kobra yên Artêşa Tirkiyeyê ji bo alîkariya leşkeran dest bi operasyonên asmanî kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirkiyeyê pilingên ji kaxezê ye
    Li dijî nuqteya polêsan çalakî: 2 kuştî û 10 birîndar
    Artêşa Tirkiyeyê êrîşî Efrînê dike
    Artêşa Sûriyeyê, êrîşa El-Nusrayê li ser sînorê Tirkiyeyê têk bir
    YPG: Artêşa Tirkiyeyê êrişî gundên Kobaniyê kir
    Etîketan:
    Artêşa Çekdar a Tirkiyeyê, PKK, Li Sêrtê bombeya vedayî teqiya, Sêrt, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de