16:57 22 Çile 2018
Zindî
    Êrîşa Qamişloyê ya Rojavayê 27, Temûz, 2016an

    ‘Ji ber ku DAIŞ li Minbicê têk diçe êrîş kir'

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterên YNKê, Goranê û Yekgirtû Islamiyê derbarê êrîşa Qamişloyê de diyar kirin ku, ji ber DAIŞ li Minbicê têk diçe êrîş bir ser Qamişloyê.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ANFê, parlamenterê Tevgera Goranê Adil Aziz Şukur got ku DAIŞ û piştevanên wê, dema dibinin li hemberî têkoşîna azadiya gele kurd têk diçin bêhtir êrîşkar dibin. Lê bila bê zanîn ku, kesên êrîşa Qamişloyê pêk anîn û kesên piştevaniya wê kirin, li hemberî kurdan sûcê mirovahiyê dikin.

    Parlamenterê YNKê Ferhat Qadir ê Iraqê jî nirxand ku gelê kurd û gele Rojava bi operasyona Minbicê derbeya mezin li çeteşên DAIŞê xistin. Ji ber wê DAIŞ û kesên piştevaniya wê dikin dibinin ku êdî winda dikin. Ji ber wê jî êrîşkar dibin.

    Parlamenterê Yekgirtû Islamî Ebubekir Omer Abdullah jî diyar kir ku gelê Rojava digel bêderfetiyan têkoşîna azadiyê ya gelek mezin dimeşînin û wê li hemberî van êrîşan gele Rojava tekez biserkeve.

    Bi heman mijarî:

    Li Qamişloyê teqîn: Herî kêm 52 mirî 170 jî birîndar
    Li bajarê Qamişloya teqîn: 5 birîndar
    Li Qamişloyê teqîna xwekujî: 35 kuştî û 150 birîndar
    Alîkariya pêşîn a navdewletî gihişt Qamişloyê
    Gelê Qamişloyê êrişên li ser Şehbayê protesto kirin
    Etîketan:
    ANF, DAIŞ, Yekgirtû Islamî, YNK, Tevgera Goranê, Ebubekir Omer Abdullah, Ferhat Qadir, Adil Aziz Şukur, Qamişlo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de