12:29 27 Gulan 2018
Li Geverê Tîma Antî-Teror a YPSê hate avakirin

YPS: Li Wanê 20 tîmên taybet hatin kuştin

© Foto: Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û YPS-JINê ragihand ku di encama êrişên wan yên duh li Wanê herî kêm 20 tîmên taybet hatine kuştin.

Navenda nûçeyan —  Koordînasyona Giştî ya YPSê bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku li taxên Xaçort û Şehîd Firat ên navenda Wanê 26ê Tîrmehê ve di saetên sibehê de 2 rêyên giştî ji aliyê yekîneyên YPS û YPS-JINê ve hatine kontrolkirin û 5 wesayîtên aîdê dewletê hatine şewitandin.

Hate diyarkirin ku di heman rojê de hêzên tirk bi alîkariya helîkopteran li herêmê operasyoneke berfireh dane destpêkirin lê şervanên YPSê hêzên tirk ji 6 aliyan ve xistin kemînê. Di encama şer de kêm 20 tîmên taybet hatin kuştin.

'Li Wanê 2 rêyên bingehîh hatin kontrolkirin'

Di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku  26ê Tîrmehê li Taxên Xaçort û Şehîd Firat ên Wanê di saet 10:00an ve şervanên YPS û YPS-JINê 2 rêyên bingehîn xistine bin kontrola xwe û 5 wesayîtên aîdî hêzên ewlehiyê şewitandine.

Bi heman mijarî:

YPSê navên 6 şervanên xwe eşkere kir
Walîtiya Şirnexê 3 cenazeyên endamên YPSê bi dizî defin kirin
YPSê nasnameyên 3 endamên xwe eşkere kir
YPSê nasnameyên 3 endamên xwe eşkere kirin
Nasnameyên 3 YPSê hatin teşhîskirin
YPSê nasnameyên 4 şervanên xwe ragihand
YPSê encama şerê 10 û 11ê Nîsanê eşkere kir
Etîketan:
wan, yps, hêzên tirk, şervan, kuştin, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de