23:25 25 Gulan 2018
Endamê Konseya Rêveber a KCKê  Riza Altûn

Riza Altun: Damezrandina dewleteke kurdî dê pirsgirêkan zêde bike

© Foto: Yeni Ozgur Polîtîka
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PKKê dibêje, “Dewleta netewî ji tenê dibe sedema pirsgirêkan û kêşeyan çareser nake, loma damezrandina dewleteke kurdî dê pirsgirêkan zêde bike.”

Navenda Nûçeyan — Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Riza Altun di hevdîtinekê li gel rojnameya "Sefîr"ê ya Libnanî ragihand got "Me gotina Serxwebûnê bi gotina azadiyê guhartiye, ji ber ku serxwebûn têgiha azadiyê di nava xwe de hilnagire. Dewleta netewî ji tenê dibe sedema pirsgirêkan û kêşeyan çareser nake, loma damezrandina dewleteke kurdî dê pirsgirêkan zêde bike."

Altun got jî: "Hêzên kapîtalîst û kapîtalîsta nûjen, dixwazin siyasetên xwe li ser perçekirina Rojhilata Navîn ava bikin, ev jî ne çareserî ye. Loma divê em kar ji bo cudabûna azadiya xwe ji azadiya kesên derdora xwe nekin."

Herwiha berpirsê PKKê di beşeke din de dibêje: "Em di aliyê neteweyî yê teng re li doza kurdî nanêrin, lê em wê wek bingehekê ji azadiya gelên Rojhilata Navîn re dibînin… Çi dewleta li ser bingeha neteweyî hatiye damezrandin, pirsgirêkên wê bi dewleteke din re çêbûne."

Ji aliyekî din ve, Altun derbarê daxwaza xwe de wiha dibêje: "Ji dêvla dewleta serbixwe û daxwaza cudahiyê, em daxwaza azadiya civakê ji hemû pêkhateyên herêmê dikin."

BILA PEYVA ROJAVA JI FEDERASYONÊ BÊ DERXISTIN

Derbarê pêwendiyên l igel Birêveberiya Xweser ya li Rojavayê de, Altun diyar dike ku, ew bi awayekî rasterast destwerdanê Rojavayê de nakin, lê tenê ew pêşniyaran pêşkêşî wan dikin.

Herwiha Altun wiha berdewam dike û dibêje: "Em ji bo bakurê Sûriyeyê sîstema federalîzmê dixwazin, herwiha em dixwazin navê "Rojava" ji navê vê federalîzmê derxin, ji ber "Rojava" tê wateya ku federalîzmeke taybet bi Kurdan e. Bakurê Sûriyeyê ji gelek pêkhateyan pêk tê. "Rojava" jî perçeyeke ji erdnîgariya Sûriyeyê ye."

 

Bi heman mijarî:

Tevgera leşkerên tirk ya li ser sînorê Rojava her diçe zêde dibe
Şandeyek Êrebistana Siûdî serdana Îsraîl û Şeriya ya Rojava dike
HDP, KNK, KJA salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin
‘Polîtîkaya Tirkiyê ya Rojava naguhere'
Minbic piştî rizgar kirinê dê bi Federasyona Rojava ve bê girêdan
Muslim: Heke li Rojava du hêz hebin wê birakujî çêbibe
Etîketan:
fedekarî, federasyon, PKK, Riza Altun, Sûriye, Tirkiye, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de