20:32 26 Gulan 2018
Adem Huduti

Li şûna Orgeneral Adem Hûdûtî Îsmaîl Metîn Temel bû fermandar

© Foto : AA/ Volkan Kaşik
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li şûna Orgeneral Adem Hûdûtî yê ji ber hewldana derbeya 15 Tîrmehê girtî, Korgeneral Îsmaîl Metîn Temel bû Fermandarê Artêşa 2yemîn.

Navenda Nûçeyan — Bi biryara tayînê ya Wezareta Parastinê ya Netewî li şûna Fermandarê Artêşa 2yemîn Orgeneral Adem Hûdûtî, Fermandarê Asayişa Cendirme ya Wanê Korgeneral Îsmaîl Metîn Temel ji bo Fermandariya 2yemîn hat tayîn kirin.

Biryara tayînê ya Wezareta Parastinê ya Netewî di rojnameya fermî de jî hat weşandin.

Li gorî vê yekê Fermandarê Artêşa 2yemîn Orgeneral Hûdûtî yê ku di çarçoveya lêpirsîna ji bo hewldana derbey ya FETOyê de hat girtin, ket bin fermana Fermandariya Hêzên Bejayî.

Ji bo Fermandariya Artêşa 2yemîn jî Fermandarê Kolordûya Asayiş a Cendirmeya Wanê Korgeneral Îsmaîl Metîn Temel hat tayîn kirin.

Tê zanîn ku Adem Hûdûtî li herêma Kurdan fermandarê operasyonên li Gever, Cizîr, Sûr û Silopiyê bû. Herwiha Hûdûtî li ser sînorê Rojava ji operasyonên li dijî DAIŞê jî berpirsyar bû.

Etîketan:
şûn, operasyon, Fermandarê Artêşa 2yemîn, Îsmaîl Metîn Temel, Adem Huduti, Silopî, Sûr, Cizîr, Gever, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de