10:36 24 Çile 2018
Zindî
    Darvekirin - Îdam

    Îranê 6 kurd darvekir

    © Flickr/ Jaime Pérez
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    6 kurd ji hêla rejîma Îranê ve li Ûrmiyê hatin darvekirin. Ji destpêka salê ve hejmara kesên hatine darvekirin gihişte 260î.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya di Rojnewsê de hatine belavkirin, Rêxistina Mafên Mirova a Kurdistanê, diyar kiriye ku saet di 02.00ê şevê 6 kurd li hewşa girtîgeha Ûrmiyê hatine darvekirin.

    Heman rêxistinê ragihandiye ku navê van kesan, Idrîs Fûladî, Ebdullah Qadirî, Mucteba Şîrxanî, Elî Teletî, Cengiz Şîrî û Ebdulmecîd Herqolî bûye. Her şeş kes jî ji gundê Balo yê Ûrmiyê ne.

    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ne fermî hatine girtin, di 3 hefteyên destpêka meha tîrmehê de herî kêm 40 kes li bajarên cuda yên Îranê hatine darvekirin. Ji destpêka sala 2016ê û heta niha 260 kes hatine darvekirin.

    Bi heman mijarî:

    Îranê rojekî de 16 kes darve kir
    Îranê girtiyekî Kurd bi darve kir
    Di 2015an de 1634 kes hatine darvekirin
    Sala reş: Îranê di 2015an de 967 kes darvekirin
    Rejima Molayan 4 kesên din darvekirin
    Etîketan:
    darvekirin, Rejîma Îranê, Rêxistina Mafên Mirova a Kurdistanê, Ebdulmecîd Herqolî, Cengiz Şîrî, Elî Teletî, Mucteba Şîrxanî, Ebdullah Qadirî, Idrîs Fûladî, Ûrmiye, îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de