10:28 23 Çile 2018
Zindî
    Parlamentoya Ûkraynayê

    Ûkrayna, naxwaze deynê xwe yê Rûsyayê bide

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Darayî yê Ûkraynayê Aleksandr Danilyuk ragihand ku em 3 milyar dolar deynê Rûsyayê ku di dewra Serokê Dewleta Ûkraynayê yê berê Vîktor Yanukovîç de hatibû standin nadin.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Darayî yê Ûkraynayê Aleksandr Danilyuk di hevpeyvîna xwe ya çapemeniyê de ragihand ku em 3 milyar dolar deynê Rûsyayê ku di dewra Serokê Dewleta Ûkraynayê yê berê Vîktor Yanukovîç de hatibû standin nadin. Ji bo ku deyn di dewra Yanukovîç de hatiye standin tu berpirsyariyeke me ya dane tuneye.

    Kremlînê bersiv da

    Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê Dmitriy Peskov bersiv da Danilyuk û got: "Rûsya, maf û berjewendiya xwe li gorî hiqûqa navneteweyî diparêze û daxwaza deynê xwe ji Ûkraynayê dike. Niha ji bo gav avêtina Kievê nikarim tiştekî bibejim."

    Di dewra Serokê Dewleta Ûkraynayê yê berê Vîktor Yanukovîç de Kievê 3 milyar dolar ji Rûsyayê kredî kişandibû. Rûsya ji Ûkraynayê daxwaza dana deynê wê kiribû lê hikumeta Kievê gotibû em vî deynî nadin û paşxistin (moratoryum) îlan kiribû. Rûsya jî li ser vê biryara Ûkraynayê serî li Dadgeha Bilind a Navneteweyî ya Londrayê dabû û li ser vê Kievê jî li hemberî Moskovayê dozeke dijber vekiribû.

    Bi heman mijarî:

    Ewropayê ji bo Ûkrayna, Gurcîstan û Kosovayê muafiyeta vîzeyê anî
    Zaxarova:'Ji Çavuşoglu îtîrafa Ûkrayna û Gurcistanê'
    Kovara almanî:'Ûkrayna, bi baweriya ku wê bibe endamê NATOyê xeletî kir'
    Ûkrayna:'Me bi Amerîkayê re li hev kir'
    Serokwezirê Ûkrayna îstifa kir
    Etîketan:
    Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê, Wezîrê Darayî yê Ûkraynayê, Vîktor Yanukovîç, Dmitriy Peskov, Aleksandr Danilyuk, Kiev, ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de