13:58 25 Nîsan 2018
    Jack Letts-daiş

    Endamê ewilîn yê ewrûpî yê DAIŞê: ‘Min bêriya kebab û kulîçeyan kiriye'

    © Foto: facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê ewilîn yê ewrûpî yê DAIŞê, Jack Letts (20) yê brîtanî, diyar kir ku ew ne poşman e ku beşdarî refên DAIŞê bûye lê gelekî bêriya xwarina kebab û kulîçeyan kiriye.

    Navenda nûçeyan —  Jack Letts di hevpeyvîna xwe ya televizyona Channel 4 a brîtanî de diyar kir ku ti têkiliya wî bî rêxistina DAIŞê re nîne, niha ew li bajarê Raqayê ye û  ew ji xwe re li gorî rêbazên Îslamê dijî.
    Letts di sal berê ji bajarê Oxfordê bo tevlî DAIŞê bibe derbasî bajarê Raqayê bûbû û li wê derê bûbû misliman.

    Letts di hevpeyvîna xwe de eşkere dike ku wê hemû dijminên Îslamê rojekê tune bibin û wiha pê de çû: ‘Ti têkiliya min bi rêxistina ku weke Dewleta Îslamê tê zanîn re nîne. Ez li vê derê alîkariya zarokên bêxwedî dikim. Min dînê herî rast hilbijart û ez bûm misliman. Lanet li hemû kesên ku baweriya xwe bi Îslamê naynin bê. Xweda ne bi kafiran re ye û ez jî.'
    Letts li ser pirsa 'Te herî zêde bêriya çi kiriye?' diyar kir ku wî bêriya xwarina kebab û kulîçeyan kiriye.

    DÊ Û BAVÊ WÎ HATIN PIRSIYARÎKIRIN

    Çend meh berê derkete holê ku dê û bavê Letts bi dizî ji wî re pereyan bi rê dikin. Li ser vê yekê derbarê dê û bavê Jack Letts de lêpirsîna terorê hate kirin. Dê Sally Lane û bav John Letts eşkere kirin ku wan bi sedema hezkirinê bi qasî 1723 strelîn ji kurê re bi rê kirine.

    Bi heman mijarî:

    Endamê DAIŞê yê êrîşkarê êrîşa li Enqereyê ye hat girtin
    Di şer û pevçûnên Minbicê de 25 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    Artêşa Sûriyeyê navgînên bombebarkirî yên DAIŞê rûxandin
    DAIŞê li hemberî Artêşa Sûriyayê dîsa têk çû
    Terorîstên DAIŞê li Minbic û Babê bi hevdu ketin
    Artêşa Sûriyeyê xeta stratejîk ji destê DAIŞê rizgar kir
    Etîketan:
    ewrûpî, endamê pêşî yê daişê, kebab, kulîçe, channel 4, daiş, terorîst, john letts, sally lane, jack letts, brîtanya, iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de