19:44 25 Gulan 2018
Li hemberî Avahiya Asayişa Midyatê êrîşeke bombeyî

Navenda Parastina Gel: 2982 leşker û polîs hatin kuştin

© Foto : Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî ragihandina Navenda Parastina Gel (NPG) di nava salekê de hêzên wan 1199 êrîş li hemberî hêzên emniyet û leşkeriya tirk pêk anîne û di encamê de 2982 leşker û polîsan jiyana xwe ji dest dane. Di encama şer de 435 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan — NPGê bi daxuyaniyeke nivîskî bilançoya salekê ji raya giştî re aşkere kir. Li gorî vê bîlançoyê di navbera 24ê Tîrmeha 2015ê û 23ê Tîrmeha 2016ê de artêşa tirk bi giştî 356 operasyonên bejayî lidar xistiye. Dîsa di navbera heman dîrokê de 658 êrîşên asmanî bi balafiran û 147 êrîş jî bi helîkopteran pêk aniye. Artêşa tirk 1649 caran bi tang, hawan û obûsan êrîş biriye ser hêzên NPGê.

4 HELÎKOPTER HATE XWARÊ

NPG diyar dike ku di nava salekê de hêzên wan 1199 êrîş birine ser artêşê û li gorî zanyariyên bidest xistine 2982 leşker û polîs hatine kuştin. Ji vana 36 jê leşker û polîsên payebilind in. Dîsa 1146 leşker û polîs jî birîndar bûne. Li gorî daxuyaniya NPGê di yek salê de 435 endamên wan jî di şer de jiyana xwe ji dest daye.

NPG ragihandiye ku 13 polîs û leşker di destên wan de ne. Herwiha 184 wesayitên leşkerî, 15 tang, 175 wesayitên bizirx derbe xwarine. 4 helîkopterên kobrayê ketine û 44 kobra û skorsky derbe xwarine.

Bi heman mijarî:

Li Farqînê li hemberî leşkeran êrîş pêk hat: Leşkerek hate kuştin
Li Enqereyê êrîş li polîsan hat kirin
Êrîş li qereqola cendirmeyan hat kirin
Li Amedê êrîş: 2 polîs birîndar bûn
Li Mêrdînê êrîş li qereqola cendirmeyan pêk hat: 2 leşker û sivîlek hatin kuştin
Li Colemêrgê li hemberî baregehên leşkerî du êrîş çêbû
Etîketan:
operasyon, leşker, polîs, helîkopter, bîlançoya salê, Artêşa tirk, HPG, Navenda Biryargeha Parastina Gel (NPG)
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de