14:53 24 Çile 2018
Zindî
    Hewldana derbeya leşkerî

    Du generalên ku tevlî hewldana derbeyê bibûn Yilmaz û Darendeli hatin girtin

    © AP Photo/ Emrah Gurel
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYê ya hewldana derbeya leşkerî de Fermandarê Hêza 7emîn General İbrahim Yilmaz û Fermandarê Navendî yê Amedê hatin girtin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî zanyariyên berdest di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO/PDY) ya hewldana derbeya leşkerî de Fermandarê Hêza 7emîn ê Amedê Generalê 3 stêrk İbrahim Yilmaz hat girtin.

    ​Fermandarê Hêza 7emîn ê Amedê İbrahim Yilmaz di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYê de hatibû binçavkirin û piştî karên dozgeriyê sewkî dadgehê kiribûn. Yilmaz ji terefê dadgehê ve hat girtin.

    ​Her wiha di heman lêpirsînê de Fermandarê Navendî yê Herekata Hewayî yê Amedê Atilla Darendeli li bajarê Eskişehirê hatibû binçavkirin. Generalê 2 stêrk Darendeli jî piştî karên dozgerî ji terefê dadgehê ve hat girtin.

    Bi heman mijarî:

    Derbekaran navê malpera 'Desteya Aşitiyê ya li Welêt' jî kirîne
    Ji 42 rojnamevanan 19 jê hatin binçavkirin
    Serdozgerê Stenbolê: "Tekoşîna bi FETO/PDYê re wê bi xurtî bidome"
    Erdogan bi Yildirim û Akar re hevdîtinê dike
    Amerîkayê piştî hewldana derbeyê serdana Încîrlikê kir
    Etîketan:
    Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO/PDY), Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, İbrahim Yilmaz, Atilla Darendeli, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de