18:12 17 Çile 2018
Zindî
    Rojnamevanên binçavkirî

    Ji 42 rojnamevanan 19 jê hatin binçavkirin

    © Foto: AA/ Gülsem Adam
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDY a hewldana derbeya leşkerî de 42 rojnamevanên ku biryara binçavkirina wan hatibû dayîn 19 jê hatin desteserkirin.

    Stenbol — Di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDY a hewldana derbeya leşkerî de Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê duhî derheqê 42 rojnamevanan de biryara binçavkirinê dabû û heta niha 19 kes ji terefê tîmên Midûriyeta Şaxa Dijterorê ya Stenbolê ve hatin desteserkirin.

    Tevlî yên duhî heta niha 19 rojnamevan hatin desteserkirin. Rojnamevanên ku heta niha hatine binçavkirin wiha ne: "Nazlı Ilicak, Seyit Kiliç, Yakup Saglam, Bayram Kaya, Cihan Acar, Bunyamin Koseli, Emre Soncan, Mustafa Erkan Acar, Cemal Azmi Kalyoncu, Abdullah Kiliç, Habip Guler, Mehmet Gundem, Cuma Ulus, Hanım Buşra Erdal, Huseyin Aydın û Bulent Mumay in." Karê rojnamevanên ku hatine binçavkirin li Midûriyeta Şaxa Asayîş a Gayrettepeya Stenbolê didome.

    Ilicak: "Heyfa min bi wan kesên ku dibêjin reviyaye tê"

    Yek ji wan rojnamevanan jî Nazli Ilicak bû û duhî ji Bodrumê derbasî Stenbolê kirin. Ilicak beriya ku wê derbasî Midûriyeta Şaxa Asayîşê ya Gayrettepê bikin ji çapemeniyê re got: "Heyfa min bi wan kesên ku dibêjin reviyaye tê, ez ji welatê xwe venaqetim."

    Bi heman mijarî:

    Serdozgerê Stenbolê: "Tekoşîna bi FETO/PDYê re wê bi xurtî bidome"
    Erdogan bi Yildirim û Akar re hevdîtinê dike
    Amerîkayê piştî hewldana derbeyê serdana Încîrlikê kir
    Ji Wezareta Karên Av û Daristanê 221 kes ji kar hatin dûrxistin
    Ji Davutoglu derheqê balafira rûsî de daxuyanî
    Etîketan:
    Biryara binçavkirina 42 rojnamevanan, Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Operasyona ji kar dûrxistina endamên FETO/PDYê, Bayram Kaya, Yakup Saglam, Seyit Kiliç, Nazlı Ilicak, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de