14:43 26 Gulan 2018
Aycan Irmez

Parlamentera HDPê giliyê rayedarên fermî yên Şirnexê kir

© Foto : Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamentera HDPê ya Şirnexê Aycan İrmezê bi sedema ku berpirsiyariya wan di bûyerên Şirnexê de hene giliyê fermandaran û rayedarên sivîl kir.

Enqere — Parlamentera HDPê ya Şirnexê Aycan İrmez giliyê fermandaran û rayedarên sivîl ên dewletê de li gel Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê kir. İrmez dixwaze daxwaznameya gilîkirinê ji Serdozgeriya Komarî ya Şirnexê re bê şandin. Parlamenter Aycan İrmez diyar dike ku ew giliyê tevahiya rayedarên leşkeri û yên rêvebirî dike kû berpirsiyariya wan di wêrankirina Şirnexê de dibîne.

İrmez navê Fermandarê 23yemîn Tumena Cenderma ya Sînor Abdullah Baysar, Fermandarê Lîvaya Komando yên Cenderme ya Çakirsogutê Ali Osman Gurcan û rayedarên rayedarê din di daxwaznameyê de nivîsandiye.

Aycan İrmez di 135 rojên qedexeya derketina derve de 126 rojan li Şirnexê mabû û pêşketin roj bi roj şopandibû.

Bi heman mijarî:

Demirtaş: Dibe ku di nava AKPê de hin kes hebin ku piştgiriya derbeyê kiribin
Selahattin Demirtaş: Bêyî HDPê pirsgirêk çareser nabin
Sedema ku Erdogan di civînê de bangî HDPê nekir eşkere bû
HDP: Civak xwedî li hewldana derbeyê derneket
HDP li hemberî hewldana derbeyê xwepêşandanê lidar dixe
Etîketan:
HDP, Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, Lîvaya Komando yên Cenderme ya Çakirsogutê, 23yemîn Tumena Cenderma ya Sînor, Ali Osman Gurcan, Abdullah Baysar, Aycan Irmez, Enqere, Şirnex
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de