14:53 24 Çile 2018
Zindî
    Roboskî

    Huseyin Erten ê dema qetlîama Roboskiyê fermandar bû, hate desteserkirin

    © Foto: © AFP 2015/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Fermandarê bere yê Sînor ê Roboskiyê serdarê cenderme Huseyin Erten hate desteserkirin. Erten dema qetlîama Roboskiyê li herêmê fermandar bû.

    Navenda Nûçeyan — Huseyin Erten li Bursayê di çarçoveya lêpirsîne hewldana derbeyê de ji hêla polîsan ve hate desteserkirin. Erten beriya demekê li Midûriyeta Sîteya Malên Zarokan a Sirameşelerê hatibû wezîfedarkirin ku bi ser Miduriyeta bajar ya Polîtîkiyên Civakî û Malbatê ya Bursayê ve girêdayî ye. Lê piştî hewldana derbeyê ji erke hatibû dûrxistin.

    Lêpirsîna Huseyin Erten, li Miduriyeta Emniyeta Bursayê berdewam dike. Huseyin Erten dema di 28ê Berfenbara 2011ê de li Roboskiyê 34 gundî hatin qetilkirin, li herêmê wezîfe dikir.

    Bi heman mijarî:

    Dosyeya Roboskiyê jinûve vedibe
    Elçî: Bila dosyeya Roboskiyê jinûve bê vekirin
    4 kes li Roboskiyê hatin desteserkirin
    Leşkeran nehişt ku Vedat Encu li Roboskiyê bê binaxkirin
    Gundiyên Roboskiyê hatin bombekirin
    Etîketan:
    qetlîama Roboskiyê, Miduriyeta bajar ya Polîtîkiyên Civakî û Malbatê ya Bursayê, Fermandarê sînor ê Roboskiyê, Huseyin Erten, Bûrsa, Roboskî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de