04:50 19 Çile 2018
Zindî
    Edliyeya Stenbolê

    Serdozgerê Stenbolê: "Tekoşîna bi FETO/PDYê re wê bi xurtî bidome"

    © Foto: AA/ Bulent Doruk
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Serdozgerê nû yê Edliyeya Stenbolê ku îro dest bi wezîfê kir İrfan Fidan ragihand ku tekoşîna me bi hemû hêza xwe wê li hemberî rêxistina xurûfî ya FETO/PDYê bidome.

    Stenbol — İrfan Fidan li Edliyeya Çaglayan a Stenbolê di dema wezîfe standinê de ji çapemeniyê re axivî û got: Tekoşîna me bi hemû hêza xwe di çarçoveya qanûnî de wê li hemberî rêxistina xurûfî a terorîst FETO/PDYê wê bidome."

    Fidan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bila şik û gumana tu kesî tunebe ku em wekî Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê vê berpirsyariya giran pêk bînin. Di serî de dixwazim balê bikşînim ser vê ku tekoşîna me wê li hemberî FETO/PDYê ku bi dîrektîfa hêzên tarî yên navneteweyî êrişî Komara Tirkiyeyê dikin, xwîna gelê vî welatî dirijîn û dixwazin kaosê derxînin wê bi dijwarî bidome."

    Bi heman mijarî:

    Serdozger: 'Armanca êrişa Enqereyê bipaşxistina hilbijartinê bû'
    Serdozgerê Komarî yê Stenbolê hat guhertin
    Serdozgerê Komarê, navê xwekûjê teqîna Enqereyê eşkere kir
    Serdozgerê Roboskiyê yê ku darizandina bêusûl qebûl nekir hate surgûnkirin
    Etîketan:
    Rêxistina Terorîst a Fethullah Gulen (FETO/PDY), Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Serdozgerê Komarî yê Stenbolê, Hadi Salihoglu, İrfan Fidan, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de