13:06 22 Çile 2018
Zindî
    Serokê Komîteya Avrasyayê yê Desteya Kar ya Tirk û Dinyayê (DTİK) Ali Galip Savaşir

    Dibe di meha îlonê de Civîna Konseya Kar a Rûsya û Tirkiyeyê pêk were

    © Sputnik/ Fuad Safarov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê Komîteya Avrasyayê ya Konseya Kar a Tirkî ya Cihanê (DTİK) Ali Galip Savaşir ragihand ku dibe di meha îlonê de Civîna Konseya Kar a Rûsya û Tirkiyeyê pêk were.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Komîteya Avrasyayê ya Konseya Kar a Tirkî ya Cihanê (DTİK) Ali Galip Savaşir di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku dibe di dawiya meha îlonê an jî serê cotmehê de Civîna Konseya Kar a Rûsya û Tirkiyeyê li Antalyayê pêk were.
    Pûtîn û Erdogan dikarin vê mexdûriyetê ji holê rakin

    Ali Galip Savaşir di axaftina xwe de got: "Serdana Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan a Rûsyayê û hevdîtina wî bi Serokê Dewletê Pûtîn re gelek kes kêfxweş kirin. Hêviya me her du serok van mexdûriyetan ji holê rakin û ji bo dema borî tedwîran bigirin. Di hevdîtina wan de her peyv û hereket di nava burokrasiya her du welatan de wê bibe fîşeka îşaretê."

    Mehmet Şimşek
    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Pêwistiya karsazên tirk û rûsî bi civîneke lezgîn heye

    Savaşir di dirêjiya axaftina xwe de got: "Karsazên tirk ji bo ku bikaribin hemleyekê li Rûsyayê bikin li benda gav avêtina Konseya Kar a Rûsya û Tirkiyeyê ne. Di navbera her du welatan de aştiyek hat sazkirin. Divê bi awayekî lezgin di navbera karsazên tirk û rûsî de civînek were lidarxistin. Serokatiya Konseyê ji bo civîn ku di meha îlonê de an jî di serê cotmehê de li Antalyayê were lidarxistin pêşniyarek kiriye. Em ê pevajoyê bişopînin û agahiyan bi raya giştî re par ve bikin."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Normalîzebûna têkiliyên Tirkiye û Sûriyeyê, me dilxweş dike
    Parlamenterê rûsî: "Divê Rûsya û Tirkiye li herêmê bi kordîne bixebitin"
    Rûsya: "Milîtanên El Nûsrayê li sînorê Tirkiye û Sûriyeyê dicivin"
    Dibe Rûsya û Tirkiye di tekoşîna pençeşêrê de hevkariyê bikin
    Kurtulmuş:'Tirkiye û Rûsya nikarin dev ji hev berdin'
    Etîketan:
    Fersenda başbûna têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Serokê Komîteya Avrasyayê ya Konseya Kar a Tirkî ya Cihanê (DTİK), Ali Galip Savaşir, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de