13:10 22 Çile 2018
Zindî
    Baregeha Încirlikê

    Amerîkayê piştî hewldana derbeyê serdana Încîrlikê kir

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandarê Hêzên Hewayî yên 3yem ê Amerîkayî Korgeneral Tîmothy Ray serdana Baregeha Încîrlikê kir û lêkolîna şert û mercên leşkeran kir.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku piştî Hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmehê, ku ji ber vê hewldanê fermandarê Tirk ê Baregeha Încîrlikê Bekîr Ercan Van û hinek serbazên payebilind hatibûn girtin, cara pêşîn e fermandarekî payebilind ê Amrîkayî serdana Bargeha Încîrlîkê kir.

    Di şeva 15ê Tîrmehê de di dema hewldana derbeyê de ji bo pêdiviya sotemenî ya F-16an bibînin, balafirên bi tankêr ji Baregeha Încîrlikê radibûn û ji ber vê yekê di 15ê Tîrmehê de hemû derdora wê ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin û piştî hewldana derbeyê 7 rojan elektrîka baregehê hatibû birîn.

    Tê zanîn ku Baregeha Încîrlikê ya li Edeneyê ji bo parastinê wek baregeha Tirkiye û Amerîkayê ya hevpar tê bikaranîn.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiyeyê ji bo baregeha Încîrlîkê rest ji Almanyayê re kişand
    Polîsên Tirkiyeyê girt ser baregeha Incirlikê
    “Aloziyên Tirkiye û Amerîkayê kûrtir dibin”- “Baregeha Încîrlikê tê girtin”
    Etîketan:
    hewldana derbeya leşkerî, serdan, Baregeha Încîrlîkê, Fermandarê Hêzên Hewayî yê Amerîkayê, Bekîr Ercan Van, Tîmothy Ray, Edene, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de