02:00 21 Çile 2018
Zindî
    Operasyona otela ku Serokomar Erdogan li dima

    General Sonmezateş ji bo Erdogan gotiye ‘terorîstekî paye bilind'

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Yek ji leşkerên ku di tîma êrişa otela Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan de Ekrem Benli di îfadeya xwe gotiye "General Sonmeztaş ji me re got hûnê herin operasyona ‘terorîstekî paye bilind'.

    Navenda Nûçeyan — Yek ji leşkerên ku di tîma êrişa otela Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan de cih girtibû Ekrem Benli di îfadeya xwe gotiye "General Gokhan Şahin Sonmeztaş ji me re got hûnê herin operasyonê li serokê rexistineke terorîst bikin û divê ev operasyon jî ji terefê hêza taybet were kirin'.

    Beriya hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîmehê bi rojekê 20 general û leşkerên ku wê tevlî civîna Akademiya Cenga Hewayî ya Yeşilkoyê bûne bi awayekî şifre ji resepsiyonê re gotine ‘em mêvanê Gokhan Şahin Sonmezateş in' û derket holê ku qeydiyên wan nehatine girtin.

    Bi telefonê ji min re gotin vegere wezîfeyê

    Ekrem Benli di berdewamiya îfadeya xwe de dibêje: "Wekî her rojê di 15ê Tîrmehê de jî min bi dest wezîfeya xwe kir. Efserekî paye bilind ji min re got ‘di nava rojê de dernekeve tu wezîfeyan' û piştî mesaiya min qediya ez vegeriyam malê, paşî bi telefonê j imin xwestin ez vegerin yekîneya xwe. Piştî ez vegeriyam yekîneya xwe min dît di depoyê çekan de êlekên êrişê, çekên bombe avêj, bombeyên destan, demançe û hinek amûrên operasyonê amade kirine. Min pirsî em ê herin operasyoneke çawa Taner, Omer û Zekeriya ji min re gotin em ê derkevin operasyona berpirsekî terorîstan."

    Benli di dirêjiya îfadeya xwe de dibêje: "Piştî me ji bo 28 kesan ev amûrên operasyonê amade kirin, hêzeke ku serkeşiya wan general Gokhan Şahin Sonmezateş dikir hate depoyê û ji me re got ‘ em ê li dijî berpirsekî paye bilind ê terorîstekî operasyonekê li dar bixin û divê ev operasyon ji terefê hêza taybet ve were kirin."

    Bi heman mijarî:

    Artêşa tirk hejmara leşkerên beşdarî hewldana derbeyê bûne aşkere kir
    Şervan Derwêş: Tirkiyê piştî hewldana derbeyê hezar çete derbasî Cerablûsê kir
    Îranê: ‘Bê piştgirî û haydariya welatên biyanî nemumkûne ku hewldana derbeyê hatibê kirin'
    Li Parlamena Tirkiyê derbarê hewldana derbeyê de komîsyon hate avakirin
    ‘Amerîka bi hewldana derbeyê dizanî lê ji Tirkiyeyê re negot”
    Etîketan:
    Operasyona otela ku Erdogan lê dima, Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Gokhan Şahin Sonmeztaş, Ekrem Benli, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de