05:45 20 Çile 2018
Zindî
    Îran

    Akademîsyenê Îranî: PKK wê bixwaze ji vê rewşê sûdê werbigire

    © AP Photo/ Ronald Zak
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Gerînendeyê Navenda Lêkolîn a Peywendiyên Navneteweyî ya Tehranê Abdulmecît Zavarî diyar kir ku paqijiya din ava artêşa Tirk de ji bo rewşa herêmê wê bandoreke erênî neke.

    Navenda Nûçeyan — Pisporê Îranî Zavarî li ser rewşa Tirkiyeyê ya piştî hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmehê ji bo Sputnikê axivî û got "paqijiya din ava artêşê de wê bibe sedema bandoreke neyînî. PKK wê bixwaze ji vê rewşê îstîfade bike û wê ji nû ve gefan li Enqereyê bixwe."

    Zavarî li ser peywendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê yên piştî hewldana berdeyê jî anî ziman ku "Enqere ji vir şûnde dikare YEyê tenê xeyal bike." Li gel vê yekê Zavarî dest nîşan kir ku her çi qas dibe ku cezaya darvekirinê şûnde neyê jî, ger ku faaliyetên derqanûnî yên ku Serokomra Erdogan li hemberî gel pêktînin, dewam bike dîsa wê peywendiyên Tirkiye û YEyê ji bo demeke dirêj têkeve qeyranekê. Herwiha Zavarî diyar kir ku paşveçûna peywendiyên bi welatên Rojava re dibe ku bibe sedema qeyraneke aborî.

    Tê zanîn ku piştî hewldana derbeyê cezaya darvekirinê ji şûne ve hatibû rojevê. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan daxuyandibû ku ger cezaya darvekirinê di parlamentoyê de were qebûl kirin, ez ê bipejirînim.

    Bi heman mijarî:

    Îran: Sedema hewldana derbeyê nêzîkbûna Tirkiya-Sûriyayê ye
    Îran: Erebîstana Siûdî û Qatar çima ji hewldana derbeyê ne 'bêkêf' in?
    Îran: Em ji sebat, ewlehî û yekîtiya Tirkiyeyê biguman in
    "Rûsya û Îran li ber îmzekirina peymana ava giran in"
    Etîketan:
    wergirtin, sûd, rewş, Yekîtiya Ewropayê (YE), PKK, Ajansa Sputnikê, Navenda Lêkolîn a Peywendiyên Navneteweyî ya Tehranê, Abdulmecît Zavarî, Ewropa, Tirkiye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de