00:48 18 Çile 2018
Zindî
    Li sînor şer

    Leşkerên Tirk li ser sînor ciwanekî ji Rojava kuşt

    © Foto: Bianet
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku du kesên ji bajarê Minbicê yê Rojava, ku li bajarên Kurdan diman, gava ku xwestin ji ser sînorê Girê Spî derbasî Rojava bibin, rastî êrîşa leşkerên artêşa Tirkiyeyê bû.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên herêmî du kesên ji Minbica Rojava gava ku xwestin ji sînor derbasî Rojava bibin, li ser sînor bûn hedefa guleyên leşkerên Tirk û di encamê de ciwanê bi navê Xelîl El-Ebdella jiyana xwe ji dest da, kesê bi navê Mihsîn Îbrahîm El-Oso jî birîndar bû. Tê gotin ku Xelîl El-Ebdella yê ku jiyana xwe ji dest da ji gundê Hedebat ê Minibicê ye.

    Li gel vê yekê hat îdia kirin ku cenazeyê ciwanê bi navê Xelîl El-Ebdella yê ku jiyana xwe ji dest da, ji aliyê leşkerên Tirk ve hat şewitandin.

    Bi heman mijarî:

    Leşkerên Tirkiyeyê li sînor 2 welatî kuştin û 1 jî birîndar kir
    HRW:Tirkiye li sînor êrişê penaberên sûriyeyî dike'
    Li ser sînor şer: 2 leşker hatin kuştin
    Li sînor êrişa çekdarî: Herî kêm 45 kuştî
    Etîketan:
    jiyana xwe ji dest da, kuştin, êrîş, Leşkerên Tirk, Xelîl El-Ebdella, Îbrahîm El-Oso, Girê Spî, Minbic, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de