06:34 24 Çile 2018
Zindî
    Şervan Derwîş

    Şervan Derwêş: Tirkiyê piştî hewldana derbeyê hezar çete derbasî Cerablûsê kir

    © Foto: Rawshan Khalil
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş îdia dike ku Tirkiye, piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê hezar terorîst di ser Karkamişê re derbasî Cerablûsê kiriye.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya DİHAyê, Şervan Derwêş behsa operasyona Minbicê dike û dibêje ku dibe hin dewlet naxwazin Minbic rizgar bibe. Ev hêz dixwazin li ser me fişara siyasî çêdikin û dixwazin asteng bikin. Nirxandina Derwêş wiha berdewam dike: "Ji bo em fam bikin bê ev kîne, divê em li wan kesan binerin ku bi deh salane dijminantiya me dikin. Bi rizgarkirina Minbicê re nexşeya siyasî ya ku wê derkeve holê û projeyên me yên civakî wan ditirsîne. Ji ber wê jî her cûre alîkariyê didin çeteyan."

    Berdevkê Meclîsê Şervan Derwêş îdia dike ku li gorî istixbarata wan bi dest xistiye, piştî hewldana derbeyê Tirkiyê, hezar çete ji Karkamişê derbasî Cerablusê kiriye. Derwêş dibêje ku ev hêz ji bo Minbic nekeve hewl didin.

    Bi heman mijarî:

    Şervanên kurd li Minbicê 750 sivîl ji destê DAIŞê rizgar kirin
    Di şer û pevçûnên Minbicê de 25 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    200 malbatên din li Li Minbicê hatin rizgarkirin
    Di şerê Minbicê de 13 terorîst hatin kuştin
    60 sivîlên din li Minbicê hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    hewldana derbeya leşkerî, çete, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Ajansa Nûçeyan a Dijleyê (DIHA), Şervan Derwêş, Cerablus, Minbic, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de